NAVENDA NÛÇEYAN – Li Berlîna paytexta Almanya, ciwanên Kurd 14 rojan ji bo piştgiriya Rojava çalakiyên bênavber li dar xistin. Di çalakiyan de peyamên hevgirtinê bi gelê Kurd re hatin şandin û tekez kirin ku çalakî ji bo hemû gelê Kurd çavkaniya serkeftin û moralê ne. Ciwanan diyar kirin ku têkoşîna wan dê berdewam bike û girîngiya hevgirtinê bi Rojava re destnîşan kirin.


