AMED – Bangewaziya beşdarbûnê ji bo meşa ku dê di 1ê Sibatê de saet di 13:00an de li Parka Koşuyoluyê, ku ji aliyê Meclîsa Ciwanên Partiya Dem ve di çarçoveya “Roja Piştgiriya 1ê Sibatê bi Rojava re” de li Amed bê lidarxistin, hat kirin. Ciwanan, di serî de li navçeya Sûrê ya Amed û li seranserê bajêr, belavok belav kirin û hemû welatiyan, bi taybetî ciwanên welatparêz, vexwendin meşa ku dê sibê, 1ê Sibatê, bê lidarxistin.


