NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer di deriyê Sêmalka re gihişte Başûrê Kurdistanê.
Bi hezaran kesî cenazeyê Ehmed Hêmin Omer ê ji Kerkûkê ku 27’ê Çileyê (2026) di çarçoveya seferberiya giştî ya parastina Rojava de şehîd bûbû, şand.
Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer piştî merasîma girseyî ya li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê, bi dirûşman ber bi deriyê Sêmlkayê ve hatibû şandin.
Hat ragihandin ku cenazeyê şehîd Ehmed di deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û li cihê ku lê ji dayik bûye dê were veşartin.



