COLEMÊRG – Meşek li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojava hate lidarxistin û peyama “Heta ku statuya Rojava neyê naskirin em ê têkoşîna xwe bidomînin” hate dayîn.
Meşa ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve hate organîzekirin, li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava pêk hat. Bi hezaran kes li ber Ofîsa Navçeya Geverê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) kom bûn û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” ber bi Navenda Karsaziyê ya Zagrosê ve meşiyan.
Bi hezaran kes, di nav de Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên DEM Partiyê ya Colemêrgê û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk, beşdarî meşê bûn.
‘Em ê şoreşa jinên Rojava biparêzin’
Oznur Bartin bi bîr xist ku zarokên Kurd ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin û got, “Em vê hovîtiya li dijî gelê Kurd tê kirin qebûl nakin û em ê li her deverê li ber xwe bidin. Çawa ku me 50 sal berê ji bo gotina ’em aştiyê dixwazin’ bedelên giran da û gelek şehîd dan, em ê li ser mîrate û têkoşîna kesên ku ji bo vê dozê jiyana xwe dane berdewam bikin. Hûn ji Kurdan çi dixwazin? Em tenê jiyanek bi aştî û wekhev dixwazin. Parastina Rojava tê wateya parastina mirovahiyê. Em ê şoreşa jinên Rojava biparêzin.”
Piştî daxuyaniyê, girse bi berzkirina dirûşmeyan vegeriya avahiya navçeya DEM Partiyê.
Xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.



