RIHA – Ciwanên enternasyonalîst ji gelek welatên Ewropayê, ku bi navê Karwana Gel ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava û gelê wê re derketin rê, gihîştin navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Ciwanên enternasyonalîst ji aliyê gel ve bi coşeke mezin û kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Piştî ku heyetê daxuyanî da, di nav dirûşme û çepikan de ber bi avahiya navçeya Pirsûsê ya Dem Partiyê ve çûn.


