HESEKÊ – Li eniyên şer ên bajarê Hesekê, şervanên Kurd û Ereb mil bi mil şer dikin, bi rihê modernîteya demokratîk û Rêber APO ve yek in. Şervanên ku ji eniyê axivîn tekez kirin ku ev têkoşîn ne têkoşîneke etnîkî ye, lê têkoşîneke ji bo mirovahiyê ye.
Îro, herêmeke girîng a eniya şer a Hesekê ye, şervanên Kurd û Ereb mil bi mil şerên xwe didomînin. Şervanên ku di van mewziyan de şer dikin di daxuyaniyên xwe yên ji ajansa me re peyama yekîtî û biratiyê dan.
Şervanan gotin, “Em bira ne. Kurd û Ereb bira ne. Li vir, em gelê xwe li dijî çeteyan û zihniyeta DAIŞ’ê diparêzin. Em yekitiya demokratik esas digirin.”
Piştre şervanan ji raya giştî re axivîn û tekez kirin ku ev têkoşîn ne şerekî etnîkî ye. Di bangê de hat gotin, “Ev şer ne şerê Kurd-Ereb e. Ev şer şerekî di navbera mirovahiyê û zihniyeta DAIŞ û HTŞ de ye.”
Di pevçûnên berdewam ên li eniya Hesekê de, berxwedana hevbeş a şervanên ji komên etnîkî yên cûda balkêş e û peyamên yekîtiyê li eniyên pêş derdikevin pêş.


