NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersîm, got ku biryara berxwedana gelê Rojava li hemberî êrîşan pir girîng e û wiha got: “Îro divê em li dora şervanên YPJ’ê yên ku têkoşîna me ya birûmet dimeşînin, li dora berxwedana gelê Rojava bibin yek û xurt bibin.”
Ayten Dersîm, tevlî Bernameya Taybet a li Medya Haber TV’yê bû û êrîşên li ser Rojava û têkoşîna jinê nirxand.
Dersîm, diyar kir ku êrîşên çeteyên DAİŞ-HTŞ’ê li ser Rojava planeke navneteweyî ye û got ku bi rêya DAİŞ’ê dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve were dîzaynkirin. Tevî hemû êrîşan jî gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan da û ev yek pir girîng e, divê têkoşîn li hemû qadan were mezinkirin. Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersîm bal kişand ser vê yekê ku êrîşên îro li ser gelê Kurd li Rojava, sibê dê li hemû gelan belav bibin û got ku gelê Kurd, bi taybetî jî jin, li ber van êrîşên hovane serê xwe natewînin.
Nirxandinên Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersîm wiha ne:
Pêşî bi boneya salvegera şehadeta heval Sara, heval Rojbîn û heval Ronahî soza xwe nû dikin ku em ê bi têkoşîna wan ve girêdayî bimînin û vê têkoşîna azadiyê heta dawiyê bi serkeftinê ve bibin. Ji ber ku heval Sara yek ji pêşengên Tevgera Jinên Azad bû. Di wê wateyê de xeta wê, sekna wê seknekê diyarker e ku têkoşîna me diyar dike.
Hovîtiya vê salê hem li dijî civakê hem jî li dijî jinê ye. Ev ne tenê rewşeke vê salê ye, bi salan e wiha ye. Hêzên serdest, hêzên desthilatdar, hêzên faşîst herî zêde ji jinê ditirsin û li dijî wê hovîtî dikin. Ji ber ku hebûna jinê di civakê de, serxwebûna wê, rola wê ya civakî yek ji girêkên herî girîng ên diyarker e. Yanî di wê wateyê de em di hemû salên berê de jî di bernameyên xwe de ev yek nirxandin. Lê belê bi ketina îsal re em rastiya Rojava bigirin dest, di salên berê de jî li dijî hovîtiya DAİŞ’ê şer kirin, hêza xwe ya xweparastinê pêş xistin, gelên Rojhilata Navîn, mirovahiya cîhanê û jin bi rastî parastin û rizgar kirin. Ev berxwedaneke ku li cîhanê belav bû; bû sekn û berxwedaneke ku jinên cîhanê ji wê îlhamê digirin. Me jî weke jin vê yekê dît; yanî ger tu xwe rêxistin bikî û berxwe bidî, xelekên derdora te jî mezin dibin.
Ji ber ku rastiyeke wiha heye bi rastî; civaka exlaqî û siyasî nehatiye tunekirin. Yanî hatiye tepisandin, înkar kirin. Yanî hemû jin li benda çirûskekê ne. Li benda tevger û rêxistinbûnekê ne. Ji ber ku rewşeke wisa asê heye, di pêşengan de kêmasî heye. Ev yek hêz û şervanên YPJ’ê pêk anîn. Şervan û hêzên YPJ zarokên wî gelî bûn. Metirsiyê dîtin. Yanî bi rastî ji bo cîhanê hatiye dayîn, ji ber ku ev jî di çarçoveya planeke amadekirî de hatiye pêşxistin û ev li hemberî DAİŞ’ê pêşxistin. Ger em li hemberî vê yekê xwe rêxistin bikin, xweparastina xwe, têkoşîna xwe pêş bixin, em dikarin xwe biparêzin, gelan biparêzin. Û di têkoşîna bi salan de vê yekê nîşan dan. Yanî hemû jin, hemû gel bi xwe li cihê xwe hebûna xwe dîtin. Ev îspata wê yekê ye; bêdeng mayîn, pasîf mayîn, li hemberî yê hêyî serê xwe tewandin, tunebûn e, koletî ye.
MIROVAHÎ RIZGARIYA XWE DI TÊKOŞÎNA ROJAVA DE DÎT
Dema em ji dîrokê heta niha dinêrin, ev mijar di astên cuda cuda de hebûn. Niha Tevgera Azadiyê, Tevgera Jinên Azad ev yek serûbin kir. Yanî gel û jin ne kole ne. Yanî hatine koletîkirin, bê hişmendî hatine hîştin, bê îrade hatine hîştin û ev rewş hatiye cewherîkirin. Niha ev rewş ne qedere û ne jî rewşekê ku divê bibe ye. Yanî hatiye avakirin, hatiye ferzkirin û ev tişt dikarin werin derbas kirin. Bi berhemên têkoşîneke bi salan ev yek pêk anîn. Yanî vê berxwedanê, vê parastinê, gel ji vê hovîtiyê û DAİŞ’ê parastin û bi hezaran şehîd bûn. Niha ev têkoşîneke pir birûmet e. Mirovahî di vê wateyê de li dora vê têkoşînê cihê xwe girt. Mirovahî di vê wateyê de rizgariya xwe li wir dît. Mirovahî di vê wateyê de ev yek dît; ger tu xwe rêxistin bikî tu heyi, ger tu xwe rêxistin nekî tune yî.
Niha ji destpêka salê ve ev hovîtî navê xwe guherand, kesek hate serê wê, jê re hukûmet tê gotin, jê re serokomar tê gotin lê bingeha wê heman e. Rêbazên wê yên sepandinê heman in, hovîtî heman e. Ev jî konsepteke ku hêzên navnetewî amade kirine ye. Yanî pratîk, sepandin û amadekariyên ji nû ve sêwirandina Rojhilata Navîn in. Niha mirov dema normal difikire û dipirse; gelê Kurd û Kurdistanê, gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku li wir gelek gel dijîn, mozayîka gel û jinan e. Ji her zimanî, her mezhebî, her baweriyê. Ji ber ku ji bo gelan ev ne pirsgirêk e, ji bo jinê jî ne pirsgirêk e. Bala xwe bidinê, li Kobanê jî berxwedana jinê heye, berxwedana parastina jinê heye lê jineke ji Amerîkaya Latîn jî li vir xwe dibîne. Yanî sînor asteng nîn in, bawerî asteng nîn e, mezheb asteng nîn in, ziman asteng nîn e. Yên ku vê yekê asteng dikin dewlet in yan hêzên desthilatdar in, hegemon in.
Yanî di wê wateyê de ev gel ji bo xwe wekî metirsiyê dibînin, vî gelî wekî metirsiyê dibînin û ji bo tunekirina wan hemû hovîtiya xwe dixin nav kar û ev yek ne li gorî mirovahiyê ye, ne li gorî exlaqê ye, ne li gorî normên navnetewî ye, ne li gorî hiqûqê ye. Rastiya gelên ku xweparastina xwe dikin, bi îradeya xwe rêve dibin, ji tu gelî re zirarê nadin û bi taybetî li hemberî êrîşên li ser jinê radiwestin heye. Ji ber ku DAİŞ bi rastî jin bi awayekî pir hovane qetil kir. Bi awayekî pir hovane girt, bi awayekî pir hovane dixwest bikar bîne. Niha hêzên YPJ’ê ji wir rizgar kirin. Mozayîka gelên wiha bêyî ku zirarê bide tu gelî û bi awayekî azad pergala xwe ya demokratîk, bi îradeya xwe ya azad rêve bibe, êrîşî tu deverê neke, çavê wê li tu deverê nebe, di nav gelên Rojhilata Navîn de yek ji gelên herî bêguneh ên Kurdistanê ye. Tu derd û pirsgirêka jinan ên wisa jî nîne.
HTŞ KOLETÎ Û SERÎ TEWANDINÊ LI GELAN FERZ DIKE
Ev têkoşîna hebûna mirov e. Niha HTŞ anîn, navê wê hate guhertin, şiklê wê hate guhertin lê hemû hêzên çete, yên berê El-Nusra bûn, DAİŞ bûn, bi sedan navên cuda derketin holê, hemûyê wan tevî hev armanc dikin ku gelên xwedî îradeya azad ji holê rakin û hovîtiya xwe li ser gelan bidomînin. Cîhanê ev dît, dîsa dîsa em dubare bikin dibe ku ne li cihê xwe be. Em behsa DAİŞ’ê cil lixwekirî, bingeha wê û rêbaza wê heman e, li ser gelan koletî, serê tewandin, bêîradebûn ferz dike û zorê bi kar tîne diaxivin. Niha daxwaza gelê Kurd û Kurdistanê ev e. Ji ber ku em wekî gel û jin gihîştin vê yekê; gel kî bin jî, bi gotûbêj, bi muzakere, bi nîqaşkirinê ger pirsgirêkek hebe mirov dikare bi awayekî pir hêsan çareser bike.
Rêbertî jixwe têkoşîna vê yekê bi hemû firehiya xwe dide. Dibêje; bi şeran pirsgirêk nayên çareserkirin. Lê ew nehatin ser vê yekê. Li gorî ya ku me şopand û dît, bêyî ku bên ser tu peymaneke giştî, gotûbêj, nîqaş, hemû hêzên çete xistin nav kar. Hêzek heye ku vê yekê ji berê ve rêxistin dike, amade dike û bi hovîtî dîsa êrîş dike. Li hemberî vê yekê komployeke ku hêzên hegemon ên navnetewî bi salan li ser gelê Kurd dimeşînin heye. Ji ber ku yên hebûna gelê Kurd û Kurdistanê qebûl nakin, bi taybetî têkoşîna jinê ya di nav gelê Kurdistanê de herî dînamîk wekî metirsiyê ji bo xwe dîtin. Niha êrîş li ser vê yekê tên kirin. Dema êrîş tên kirin bêguman hemû gelên me, jinên me têkoşîneke mezin destpê kirin. Ev helwesteke birûmet e. Ev helwesta ku têkoşîna gelan hevpar dike ye.
Ev sekna gelên ku naxwazin li hemberî vê qirkirinê çavê xwe bigirin, alîgirên azadiyê ne. Ev bêguman divê bidomin. Çawa ku hêzên me yên YPJ û gelê me yê birûmet têkoşiyan û gel ji DAİŞ’ê rizgar kirin, îro jî heman biryardarî heye. Wekî din DAİŞ dê biçe her deverê. Bi qirkirinê hemû tişt dê ji holê rake. Niha nav tê guhertin, lê bingeha wê nayê guhertin, rêbaza wê nayê guhertin. Me di çapemeniyê de dît. Şervanên YPJ’ê yên bi rûmet şer dikirin ji balkonan, ji avahiyan avêtin jêr. Ev rewşeke ku were derbaskirin nîne. Ev êrîşeke tolhildanê ye. Ev îfade ya têgihiştina ‘wê em tune kirin, niha em ê we jî tune bikin’ e. Di wê wateyê de têkoşîna hêzên YPJ’ê, wekî duh îro jî birûmet e. Ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gel û jinên ku li wê erdnîgariyê dijîn têkoşîn dikin. Di vê têkoşînê de biryardar in û em vê yekê bi awayekî zelal dibînin. Cîhan divê li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Yanî bêyî bêdengiyê divê li hemberî vê yekê bi awayekî pir rêxistinkirî bên rawestandin.
FELSEFEYA JİN JİYAN AZADÎ FELSEFEYA JİYANA BIRÛMET E
Li aliyê din jî Îran û Rojhilat heye. Berî vê serhildana Jin Jiyan Azadî hebû. Felsefeya Jin Jiyan Azadî felsefeya azadiyê ye, felsefeya xwe bûnê ye, felsefeya jiyana birûmet û têkoşînê ye. Niha ev felsefe divê di hemû mirovahiyê de û bi taybetî di jin de hebe. Yanî ji ber ku di hêzên hegemonîk ên cîhanê de tune ye, nayê gotin ku nabe. Ev berxwedan bi rojan dom kir. Îro jî bi pêşengiya gel û jin li wir neheqiyek tê kirin, rûmet tê binpêkirin.
Ev tê ferzkirin. Niha van gelan jî rûmeteke wan heye, hişmendiyeke wan heye, rastiya xwe bûnê heye. Ev li hemberî tu hêz û sînoran zirarê nade. Li hemberî vê yekê bi rojan înternet hat girtin, elektrîk hat birîn, bi awayekî tam nizanin, lê tê gotin pêncî û neh hezar, şêst hezar mirov hatin qetilkirin, jin hatin qetilkirin. Hê dema dijîn organên wan ên hundir têne derxistin, di nexweşxaneyê de têne qetilkirin.
EM CAREKÊ BIMIRIN JÎ BI HEZARAN JI DAYÎK DIBIN
Mirovatiya cîhanê divê li hemberî qirkirinên li Rojava bêdeng nemîne. Mirov dema vê yekê dibêje jî bi rastî zehmetî dikişîne. Cenaze bi vî awayî li ser hev tên avêtin, wekî ku we got cenazeyên jin têne lîstin û pereyê guleya tê reşandin ji malbatê tê standin. Kîjan mirovahî dikare vê yekê nebîne? Niha ji ber ku di çapemeniyê de naye dayîn, tê wateya tune ye? Ji ber ku rejîmek wisa ye ku tiştên di welatê xwe de diqewimin ji hemû rayagiştî ya cîhanê re girtî dihêle, qirkirin dike, ditepisîne û hewl dide rejîma xwe bidomîne. Ev ne gengaz e. Ê ku Te ewqas qetil kir, bi rejîma desthilatdar û zordarî depisand, înkar kir, qedexe kir, gel vê qebûl kir? Ne gengaz e. Îradeya gelan xwedî rastiyeke wiha ye: Erê, di demekê de dikarî bitepisînî, di demekê de dikarî înkar bikî lê di demeke dirêj de ev nayê meşandin. Em vê yekê ji têkoşîna gelên erdnigariya me, ji têkoşîna jinên cîhanê dibînin.
Îro li cîhanê ev qas parêzvanên jin, tevgerên jin, sazî û dezgehên jin hene. Bi salan ev jî rastî êşkence, girtin, tepisandin, dervehiştin hatin. Ev ne tenê ji bo vê serdemê ye, lê tune kirin? Ji holê rakirin? Ne gengaz e. Gel her tim xwe nû dikin, xwe mezin dikin, xwe pêş dixin. Ev civakbûnek e. Bi taybetî jî jin, dema jin bigihîje hebûna azadiya xwe, hişmendiya wê ava bike tu hêz nikare wê rawestîne. Bêguman ji bo hêzên desthilatdar, hêzên hegemonîk ev metirsiyek e. Ji ber ku hebûna wan li ser bêdengkirina civakê û jinê ye. Bi hezaran sal in wiha ye. Lê dema jin vê rastiyê dibîne, hişyar dibe, vê yekê jî digire ber çavan: Hûn nikarin hebûna me bi kuştina me ji holê rakin. Em carekê bimirin jî hezaran ji dayîk dibin.
GELÊ ROJAVA BI AWAYEKÎ ZELAL NÎŞAN DA KU RÛMETA XWE RADESTÎ TU KESÎ NAKE
Ev di têkoşîna azadiya jin de rastiyeke ku tê dîtin e. Em vê yekê li Kurdistanê jî, li Rojhilata Navîn jî dibînin. Bi rastî wiha ye. Taliban hate serê desthilatê, jinên li wir bêdeng bûn? DAİŞ anîn, jin bêdeng bûn? Îro HTŞ anîn, jin bêdeng bûn? Bi sedsalan desthilatdariya li cîhanê belav bûye, zordarî û zilm gel bêdeng kir? Jin bêdeng kir? Rêxistinkirina jin ji holê rakir? Di wê wateyê de em wekî jin divê hemû vê yekê bibînin. Îro li dora şervanên YPJ’ê yên têkoşîna xwe ya birûmet dikin, yên ku me bi rastî didin jiyîn, me ji nû ve hişyar dikin û nîşan didin ku bi azadiyê dikare were jiyîn, li dora berxwedana gelê Rojava divê em bibin yek û xurt bibin. Ji ber ku ew niha biryara xwe dane.
Em hebûna xwe radestî tu kesî nakin. Em bi hebûna xwe mirovatiya xwe û rûmeta xwe diparêzin û dê biparêzin. Li dawiya vê mirin heye, qetilkirin heye, lê em rûmeta xwe radest nakin. Di daxuyaniyên hatine dayîn de gel vê biryara xwe bi awayekî zelal ragihandiye. Ev pir girîng e. Ji ber ku gel biryara hebûna xwe bi xwe didin. Her tim tê gotin ev zext dike, ew zext dike. Ev hemû berhemên şerê taybet in. Ev propagandayên qirêj in ku dixwazin pêşiya berxwedana gel bigirin. Ev propagandayên ku dixwazin berxwedana şervanên YPJ’ê reş bikin in. Me van duh jî dît, îro jî dibînin. Bi vê têkoşînê me xwe ava kir. Di wê wateyê de mijar ne tenê yek an du rejîm in.
Îro li gelek welatan mînakên pir balkêş hene. Rêbertî her tim vê yekê dibêje: Îro zilam dibêje ez ji te hez dikim û sibê te parçe parçe dike û dixe çenteyê. Ev li televizyonan tê nîşandan. Ji çend qatî avahiyê tê avêtin. Di kîsên çopê de tê avêtin çopê. Yanî wekî jin rizgariya me ew e ku em jiyana xwe ya azad ava bikin. Ava kirina jiyana xwe ya azad hişyarbûn e. Xwerêxistin kirin e. Xwe her tim parastin e. Ev desthilatdariya îro û sibê jî ji holê ranake. Dema êrîş tê kirin divê em xweparastina xwe bizanibin. Yanî ev hovîtî ye. Jin yek bi yek têne kuştin.
Rêbertî heta niha hemû qirkirin, înkar û hovîtiyan bi awayekî herî rast pênase kiriye. Kesî cesaret nekiriye an jî navê wê nexistiye nîqaşê, lê wî nav lê kiriye: Got, qetilkirina kastîk e. Û ji bo jin perspektîfa ku em çawa bi awayekî giştî hişyar bibin, çawa xwerêxistin bikin daye me. Vê perspektîfê şênber kiriye. Ev ne kesên tenê ji rêzê ne. Ev pergal e. Ev rejîm e. Ev hêzeke rêxistinkirî û hegemonîk e. Xwe her tim bi kuştina mirov, gel û jin ava kiriye. Rêbertî vê yekê heta klanê biriye. Bi şikandina klanê pevçûna komîn û dewletê derxistiye holê û heta roja îro aniye.
Em vedigerin dîrokê, hemû pêvajoyan yek bi yek dinirxînin, dixwînin, lêkolîn dikin û îfadeya îro ji wir dibînin.
EM LI HEMBERÎ HÊZA ÇEKDAR TESLÎM NABINR
Xweparastin ne rewşeke tenê ya aîdî îro ye. Hêzên hegemonîk an hêzên desthilatdar, hêzên ku ji tunebûna hebûna xwe ditirsin, xweparastinê wekî rêxistineke leşkerî ya tenê ya îro nîşan didin. Yên ku dixwazin tirsê li ser civakan belav bikin, yên ku polîtîkaya şerê taybet li ser civakan dimeşînin dibêjin bêparastin bin, ez parastina we dikim. Em li dîroka xwe dinêrin. Tiştê ku di dîroka me de li me hatiye kirin, îro bi navên cuda tê kirin. Di qonaxa damezrandina mirovahiya yekemîn de jî mirov li hemberî zordarî, tundî û êrîşan her tim refleksa xweparastinê pêş xistine. Rêbertî dibêje ev di xwezayê de jî heye. Dema em li ekolojiyê dinêrin em vê yekê dibînin. Kulîlk hene, dar hene. Hebûna zindî ne tenê civak e, xweza bi xwe ye. Em jî naveroka vê xwezayê ne, parçeyê wê ne, bi wê re ne.
Ger xweparastina xweza bi xwe hebe jî, dema kesekî şaxê wê bişkîne, kulîlka wê bişkîne refleksê pêş dixe, em mirov in. Mirov ramana xwe heye, îradeya xwe heye, fizîk heye, hebûn heye. Ev ne ji xwezayê bilindbûn e, di wateya civakbûna xwe îfadekirinê de ye. Em vê wekî xwezaya duyemîn pênase dikin. Wê demê çawa bê xweparastin be? Xweparastin ramana parastina hebûna xwe di her şert û mercî de ye, refleksa parastinê ye, têkoşîna parastinê ye, hişmendiya parastinê ye û rêxistinkirin e. Em li ku bin jî dema bi çekan li ser me bên em xwe diparêzin. Li hemberî hêza çekdar teslîm nabin. Lê em dizanin ku çek ji bo mirovahiyê rizgariyek nîn e. Tevî vê yekê jî em ê ji çekan venegerin û radest nebin jî. Ev ji bo hemû gelan derbasdar e.
Çima artêşên dewletan hene? Çima pergala ewlekariya hundir, polîs hene? Wê demê em bipirsin: Ev tenê li hemberî hêzên derve ye? Mirovahî bê dewlet jî hebû. Civak bê dewlet jî hebû. Lê xwe diparast. Ev parastin nobet bû, ev parastin bi awayên cuda girt. Di şert û mercên şerê cîhanê yê sêyemîn de ku îro li cîhanê tê meşandin, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin, îradeya gel tê tunekirin û êrîşên pir tund li ser têkoşîna jinê tê kirin, em jin çawa dikarin bê xweparastin bin? Porên wan jî hatine birîn û teşhîr kirin. Jinên cîhanê, yên ku dibêjin ez jin im, ez gel im, ez mirov im divê vê hovîtiyê bibînin. Hem dikujin, serê wan tê birîn û jê re HTŞ tê gotin, jê re hikûmet tê gotin. Porên şervanên YPJ’ê dibirin û poz didin. Erê, jin li hemberî vê bêdeng neman. Lê em vê têr nebînin. Ev sekneke birûmet e, lê têr nake.
DIVÊ HER JIN TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKE
Jin bi porê xwe heye, bi her tiştê xwe heye. Ger li ser jinê ev tişt tên kirin, em ê radest bibin? Na. Divê em li hemberî vê yekê têbikoşin. Divê em rûmeta xwe biparêzin. Divê em xwe rêxistin bikin. Divê em xwe mezin bikin. Di wê wateyê de di jinên cîhanê de hişyarbûneke cidî heye. Lê ev hişyarbûn divê bibe îradeyeke xurt. Divê bibe rêxistineke xurt. Divê bibe berxwedaneke xurt. Her kes divê têkoşîna xwe mezin bike. Rêbertî her tim me wiha perwerde kir. Ger jinek were qetilkirin, bizanibe ew tu yî, hûn in. Jin xwedî hesteke wiha ye. Jin xwedî hişmendiyeke wiha ye.
Ji ber civakbûna xwe ye, ji ber berfirehbûna xwe ye, ji ber nermbûna xwe ye, ji ber hestiyariya xwe ye. Ev hemûyê digire nav xwe. Em ê ne porê wê ji bîr bikin, ne şervana me ya ji avahiyan hatiye avêtin ji bîr bikin, ne jî vê qirkirina hovane ya li ser me tê kirin ji bîr bikin. Ne îro, ne sibê, ne jî roja din. Hovîtiya îro mirovahiyê careke din hejandin. Careke din teşwîqî têkoşînê kir. Di wê wateyê de em wekî duh îro jî ji berxwedana xwe bawer in. Ya ku berxwedana me diyar dike têkoşîna me ye. Ya ku têkoşîna me diyar dike rêxistina me ye. Ya ku rêxistina me diyar dike yekîtiya me ye. Ev hemû pêwîstiyên ku em bibin civak in.
Pêwîstiyên ku em mirov bin in. Pêwîstiyên ku em jin bin in. Ji ber vê yekê di van şert û mercan de xweparastin tu carî ji holê ranebûye. Polîtîkayên şerê taybet in ku xweparastinê wekî tiştekî pasîf, lîberal û li hemberî her tiştî serê xwe tewandî nîşan didin. Di medyaya dîjîtal de, di nav dezgehan de bi vî awayî tê meşandin. Lê ev ji vê wêdetir tiştek e. Bi argumanên cuda cuda koletiyê li ser te ferz dikin. Di wê wateyê de divê em xwe biparêzin. Divê em parastina xwe xurt bikin. Lê di heman demê de divê em parastina xwe jî mezin bikin.
Gotina Rêber Apo ya ku dibêje “Ez vê serdemê wekî serdema qehremaniya jinê pênase dikim” bi rastî nêzîkatiyeke Rêbertiyê ye ku têkoşîna ku em dijîn nas dike û diyar dike. Em Tevgera Jinên Azad a Kurd in lê ev mezin bû. Ji Kurd û Kurdistanê derbas bû û gerdûnî bû. Divê em wekî tevgerên jinên cîhanê têkoşîna xwe bigihînin nasnameyeke zelal. Di berxwedana ku em dimeşînin de, di têkoşîna ku em dimeşînin de, di rêxistina ku em dimeşînin de, di yekîtiya ku em dimeşînin de ev hemû destanek qehremaniyê ye. Qehremanî her tim wekî têgehê ku li ser me tê barkirin an jê re tê gotin û tê vegotin e. Tu diçî, şehîd dibî û dibî qehreman. Bêguman ev jî qehremaniyek e. Lê qehremaniya rastîn ew e ku wê bîne jiyanê, bîne têkoşînê, bi azm û biryardarî û îdîayeke domdar xwe mezin bike.
Îro têkoşîna me bi rastî gihîştiye asteke wiha. Îro jin ji Asyayê, ji Amerîkaya Latîn, ji gelek welatên Ewropayê bi vê têkoşînê re dicivin. Girîngî ne di mezinahiyê de ye. Çendanî ne girîng e, çawanî girîng e. Azadî çawanî ye. Ev hemû têkoşîn e, qehremanî ye. Teslîm nebûn, serê xwe netewandin, pasîf nebûn, xwe bi sosyolojiya dîrokî perwerde kirin, bi jineolojiyê ufqa xwe mezin kirin, bi dîroka xwe re hevdîtin kirin û vê dîrokê heta îro anîn têkoşîneke wiha ye. Li ser civakbûnê çi tê ferzkirin? Dîroka xwe ji bîr bike, îro dîrokê em dinivîsin tê gotin. Lê dîroka ku ew dinivîsin înkar e, tunekirin e, lîberalîzm e û dîrokeke ku laşê mirov parçe dike û difiroşe ye. Dîrok ne tenê ev e. Îro jî ne tenê ev e.
Ger em bi dîroka desthilatdaran binêrin wisa dibînin. Lê dîrokeke nenivîsandî jî heye. Têkoşîna jin, têkoşîna gelan ev dîroka nenivîsandî tîne ronahiyê. Ji ber vê yekê jineolojî hate pêşxistin. Ji bo dîroka jinê heta îro bê ragirtin hate pêşxistin. Di dîrokê de her tim têkoşîneke jinê hebû, lê ev têkoşîn an hatin jêbirin an jî hatin xirab kirin. Ji ber vê yekê divê berxwedana di dîrokê de bê hişyarkirin, îro rast were xwendin û pêşeroj rast were hunandin. Qehremanî ji nû ve tê pênasekirin. Bi rêya jinê wateyeke nû digire. Ji bo vê yekê bi hezaran beden hatin dayîn, bi hezaran qehreman hatin dayîn, bi hezaran destan hatin nivîsandin, bi hezaran berxwedan hatin nîşandan. Gel ji ber vê yekê dibin yek, ji ber vê yekê îlhamê digirin.
EM TEVGEREKE KU SERÎ DITEWÎNÊ NE
Ev berxwedan her tim hatiye jiyandin. Li hemberî hovîtiyê her tim helwesteke serhildanê hatiye nîşandan. Ev serhildan ne tenê hêrseke kêliyelê ye, sekne têkoşîneke domdar e. Bêguman bedel dayîn qehremanî ye. Di dîroka têkoşîna me de her tim ev têgihiştin hebû: Mirin ji me ditirse, em ji mirinê natirsin. Ji ber ku em dizanin mirin çi ye. Em yekîtiyeke têkoşînê ya wiha ne. Ev têkoşîn me derbas kir û gihîşt jinên din. Dayikên me jî dibêjin “Em ji mirinê mezintir in”. Ev xwedî dîrok û mîrateyek ne. Li ser vê yekê dibêjin. Ji ber ku em zarokên wan in. Em ne tevgereke ku serê xwe ditewînin e. Em tevgera ku bi salan têdikoş in û bi vê têkoşînê fêrî wateya azadiyê bûye ne. Ev tevger fireh e. Hemû tevgerên jin digire nav xwe. Ji ber ku îfadeya hevpar a tevahiya têkoşîna jin a heyî ye.
Îro jina li Ewropayê tê qetilkirin jî em in. Nasname, mezheb, nijad çi dibe bila bibe, me van sînoran derbas kiriye. Gerdûnîbûn nêrîna me ye. Bi têkoşînê em gihîştine vê hişmendiyê. Li Ewropayê gelek jin tên qetilkirin. Rojhilata Navîn dixwazin bi rêya DAİŞ’ê ji nû ve bên dizaynkirin. Bi qirkirinê dixwazin teslîm bigirin. Ev ê li gelên din jî belav bibe. Ev rejîm bi vê yekê natirsin. Ji ber vê yekê têkoşîna me dengê hemû jinan e. Li ku jinek were qetilkirin divê em têkoşîna wê bimeşînin. Têkoşîn ne tenê meş e, ne tenê daxuyanî ye. Bêguman ev jî hene, lê dema tu mezin bibî, amûrên têkoşînê, pêwîstî û firehiya te jî li gorî wê pêş dikeve. Ji ber vê yekê divê em tu kesî bê hesab nehêlin. Hesabê me divê rawestandina vê tundiyê be. Divê dev ji vê qirkirinê bidin berdan. Em divê vê yekê bi mezinkirina têkoşîna xwe bikin.
Rêbertî her tim vê yekê ji me re got û di hemû parasnameyên xwe de em bingeha vê yekê dibînin. Dibêje: Her ku hûn mezin bibin, metirsiyên li hemberî xwe derbas bikin, ne her tim bi dijberiyê, lê bi xurtkirina dînamîkên xwe divê hûn têbikoşin. Ev nêrîna giştî vê yekê îfade dike; duh jî xweparastin pêwîst bû, îro jî pêwîst e. Heta mirovahî hebe, gel hebin, heta ku pergala xwe ya demokratîk, jiyana xwe ya azad û jiyanî ava nekin, xweparastin her tim dê hebe. Ev mîsogeriye, temînat e. Û rastiyeke hundir jî heye. Em tenê behsa dijminê derva nakin. Hundir jî zayendperestiyeke kûr heye. Tundiya di nav malbatê de heye. Îradeya jinê nedîtin, qebûl nekirin heye. Pergaleke ku jinê di malê de wekî kole dixebitîne, li derve destûr dide ku bixebite û wisa nîşan dide ku azadiya aborî heye, lê di rastiyê de dixwaze wê ji azadiya xwe dûr bixe. Ev hemû mijûlkirin e, xapandin e. Ji ber ku hişyarbûna jinê hişyarbûna civakê ye. Em ji civakê cuda nîn in.
Di nav vê de neteweperestî, olperestî, şovenîzm û zayendperestî jî heye. Ev tevahî modernîteya kapîtalîst e. Pergaleke ku civakê ji bingehê xwe dûr dixe ye. Em dibînin ku kesên cuda cuda çawa tên veguherandin cinawiran. Niha mirov dikare ji van DAİŞ’iyan re mirov bêje? Ev mexlûqên ji mirovahiyê derketine. Mirov nîn in. Wê demê em ê li hemberî vê hovîtiyê çi bikin? Em ê mirovahiya xwe biparêzin. Em ê mirovahiya xwe mezin bikin. Ji ber ku mirovahî ev nîne. Mirovahî hevkuştin nîne, înkar nîne, tunekirin nîne. Ji ber vê yekê rastiya têkoşîna me careke din derdikeve holê. Xweparastin, ligel rêxistinbûnê, lêgerîna ku hemû cîhan bi awayekî giştî ewlekariya xwe peyda bike ye. Hêza parastina xwe li hemberî êrîşên hem ji hundir hem ji derve ye.
Têkoşîneke bi salan û tevgereke ku gerdûnî bûye heye. Mînak; jinên li Amerîkaya Latîn dema vê têkoşînê dibînin xwe rêxistin dikin. Kesekî naçe wan rêxistin nake. Jinên li Afganîstanê di êrîşa yekemîn de gazî YPJ’ê nekirin? Gotin werin me biparêzin, werin me perwerde bikin. Îro li Sûweydayê qirkirin çêdibin, dema gelên li wir bang li YPJ û YPG’ê dikin ne wisa ye? Ne banga Elewiyan bû ne wisa? Em ne dengekî yekane ne. Ne dengekî razber in. Bi bedelên mezin, bi zehmetiyên mezin em gihîştin vir. Faşîzm, hêzên hegemonîk, hêza dewletê, tundiya mêr li hemberî me derket. Ji ber vê yekê min di destpêkê de got: Jin hene, hûn nikarin tune bikin. Gel hene, hûn nikarin tune bikin. Lê çawa hene? Bi nasnameya xwe heye, bi rûmeta xwe heye, bi çanda xwe heye, bi ramana xwe heye, bi exlaqê xwe heye, bi erdnîgarî û xwezaya xwe heye.
Dema jin vê yekê dibînin li welatê xwe, malbata xwe, derdora xwe, dibistanên xwe, dewletên xwe dinêrin. Tundiya rojane dibînin. Tundiya ku nayê dîtin, hûrkirî, normalîzekirî dibînin. Îradeya wê nayê naskirin dibînin. Ev hemû tundî ye. Tundî ne tenê zorê rasterast e. Dema van dibînin dipirsin: Ev jin çawa têdikoşin? Bi kîjan hişmendiyê, bi kîjan ramana, bi kîjan argumanê? Bersiv zelal e: Bi rêxistbûnê. Divê du jin li hev bicivin. Divê pênc jin li hev bicivin. Em li televizyonê dibînin, sê zilam êrîşî jinekê dikin. Bi kêr, bi demançeyê êrîş dikin. Ger jin xwe rêxistin bike, hişyar bibe, refleks û îradeya jina rêxistinkirî û hişyar pir xurt e. Ev rewşên asayî nîn in.
Çima digirî? Bersivê bide. Ji ber ku li ser te tundiya fizîkî tê kirin, dê te bikujin. Çima xwe radixî mirinê? Ji ber vê yekê hêrsa me zêde dibe? Ji ber ku jin divê hişyar bibin. Divê li hemberî her gotina şîrîn a mêr neyên xapandin. Îro dibêje ez ji te hez dikim, sibê te dikuje. Wê demê em evînê rast pênase bikin. Evîn naskirina îradeya hevdu ye. Naskirina mirovbûnê ye. Evîn desthilatdarî nîne. Tundî pir alî ye. Divê her jin vê yekê layiqî xwe nebîne. Jina ku qebûl dike tune ye. Lê jinên ku rêxistinkirî nebin û nikaribin hêza xwe nîşan bidin hene. Li cîhanê ev qas tevger, sazî û rêxistinên jin hene, jin tenê nîn in. Zanista vê yekê heye: Jineolojî. Divê her derê berê xwe bidin zanista jinê, vê yekê fêm bikin. Çima pêwîstî bi zanisteke wiha heye? Ji ber ku bêyî pirsîn bersiva rast nayê dîtin.
JIN BI QASÎ HEVPAR BIBIN XWEDÎ ÎRADEYA KU TUNDÎ Û ZAYENDPERESTIYÊ DERBAS BIKIN IN
Em ne mehkûmê vê cîhanê ne. Em di vê cîhanê de dijîn lê mehkûm nîn in. Em dikarin cîhana xwe ava bikin. Her roj em têdikoşin û her ku em têdikoşin moralê me zêde dibe, baweriya me mezin dibe, serkeftina me mezin dibe. Ev ramana di dîroka têkoşîna me de her tim hebû û îro gerdûnî bûye. Ne ramaneke yekane ye, damezrandinek e. Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê yek ji mînakên vê yekê ye. Du, sê sal berê li Berlînê bi sedan jin li hev civiyan û bûn îlham ji hemû jinan re. Her jin bi rengê xwe, bi ramana xwe, bi zehmetiyên xwe hat. Ramana hevpar derket holê. Ramana hevpar a jin û bingeha têkoşîna hevpar derket holê.
Jin her ku hevpar dibin xwedî îradeya ku tundî û zayendperestî derbas bikin in. Ger bi sedan tên îro sibê bi hezaran tên. Li ku bin rêxistinî bin. Li Kurdistanê li wir ku leşker, polîs, cerdewan, êrîşî jinê dikin gel bertek nîşan da û xweparastina xwe kir. Ev xweparastin e. Kes nikare bi hêsanî ziman dirêjî bike, dest dirêjî bike. Ji ber vê yekê gel divê bi hişmendiya xweparastinê bi awayekî hesastir û rêxistintir bersiv bide. Leşkerek dibe ku ser kar be, lê ev destûr nade ku dest li jinekê an zarokekê were dirêjkirin. Ev tundî dixwaze xwe ji nû ve hilberîne. Em jî divê bi têkoşînê li hemberî vê yekê hebûn û rûmeta xwe mezin bikin. Em ê radest nebin. Têkoşîna me vê yekê îspat kiriye. Îro ger çeteyên HTŞ’ê êrîş dikin, îro rejîma Îranê mirovan dikuje ev wisa namîne. Gel tiştên ku jiyane ji bîr nakin.
Dîroka gelê Kurd bi îradeya gelan nehatiye nivîsandin. Dîroka jinê jî bi zimanê jinê nehatiye nivîsandin. Lê bi hezaran nivîskarên jin hene. Divê em tiştên ku me jiyane binivîsin. Ji ber ku Rêbertî got: Dîroka koletiyê hatiye nivîsandin, dîroka azadiyê li benda nivîsandinê ye. Ev encama vê têkoşînê ye. Ji ber vê yekê ev sedsal sedsala qehremaniya jinê ye. Nivîsandina vê qehremaniyê peywira jin e. Hemû jinên ku têdikoşin qehreman in. Jinên ku di Jin Jiyan Azadî de berxwe didin qehreman in. Hemû jinên ku li hemberî zilmê serê xwe natewînin qehreman in. Bi yekîtiya ruh, yekîtiya ramana, yekîtiya têkoşînê li ku bin divê em têkoşîna hev mezin bikin.
Rêbertî vê sedsalê wekî sedsala têkoşîna jinê pênase kir û got cîhan dê ji aliyê jin ve were rizgarkirin. Duh jî em bi vê yekê bawer bûn, îro jî bawer in. Em bi têkoşîna xwe bawer bin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em bi rêxistina xwe bawer bin û rêxistina xwe mezin bikin. Em li ser hişmendiyê bixebitin. Jin bê hişmendî tê hiştin. Em li ser sosyolojiyê, li ser jineolojiyê, li ser felsefeyê bixebitin. Em sedsala bîst û yekemîn bikin sedsala têkoşîna jinê. Em bi pêşengiya jinê cîhanê rizgar bikin.



