MÛŞ – Êrîşên li ser Rojava li Kopê bi meşekê hatin protestokirin.
Bi sedan kes, bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên navçeya Kop a Mûşê, êrîşên li ser Rojava bi meşekê protesto kirin. Girse bi qîrîna dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” li navenda bajêr meşiya. Tevî sermayê jî, girseyê bi çirayan meşa xwe li kolanê domand. Kesên ku li wir bûn bi çepik û fîtikan piştgirî dan girseyê. Meş bi çepik û sloganan bi dawî bû.


