KOBANÊ – Li beramberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û Colanî li ser Kobanê, her roj bi sedan ciwanan ji bo diyarkirina moralê xwe, li Qada Jina Azad kom dibin, sloganên berxwedanê dibêjin û dîlan digirin.
Ciwan banga ciwanên her 4 parçeyên Kurdistanê kirin ku berê xwe bidin Kobanê ji bo ku dorpêçê heyî bişkînin û parastina şoreşê bikin li beramberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û Colanî. Herî dawî diyar kirin ku baweriya wan heye ku Kobanê wê tu carî nekeve destê dagirker û çeteyan.


