KOBANÊ – Li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê, 4 şehîdên ku li Çelebî, Reqa û Dêrazor şehîd bûn, Kendal Kortik, Siyajîn, Gîvara Kobanê û Agirî Zagros hatin oxir kirin.
Merasîm bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê dest pê kir.
Piştî wê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftinekî hat kirin, û sersaxî ji malbatên şehîdan hat xwestin. Piştî wê Cîhad Hesen axivî û diyar kir ku di encama komployekî navnetewî, carekî din Kobanê di bin dorpêç û êrîşên qirkirinê de ye. Lê belê, destnîşankir ku di roja îro hêza Kobanê ji 2014 xurtir e, û divê gel li xwe, li YPG, YPJ û YPJ bawer be da ku serkeftinê bi dest bixe.
Hevalekî Şehîd Kendal Kortik jî axivî û diyar kir ku şehîd Kendal bi dehan çalakiyên serkeftî li dijî çeteyan lidarxist, heya dawî berxweda, û ku heya niha hevalên wî di çeperên şer de şer dikin.
Piştî wê, mirovekî şehîd Agirî Zagros strana “Ez Şehîd im” diyarî şehîd Agirî kir.
Di dawiyê de wezîqeyê şehadetê hatin xwendin, hatin diyarî malbatên şehîdan kirin, û şehîdan hatin veşartin.


