BERN – Li Berna paytexta Swîsreyê, Kurdan bi pêşengiya endamên ciwan ên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ber bi Konsolosxaneya ABD ve meşiyan.
Kurd û alîgirên wan li meydana îstasyona trênê ya kantona Bernê kom bûn û pankartên ku balê dikişînin ser berxwedana Rojava bilind kirin. Di xwepêşandanê de gelek caran dirûşmeyên “Yek, yek, Kurdistan yek e”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Terorîst Colanî” hatin qîrkirin.
Girseya ku demekê li meydana îstasyonê sekinî, dû re ber bi Konsolosxaneya DYAyê ve meşiya. Di tevahiya meşê de belavokên têkildarî êrîşan hatin belavkirin. Dema ku xwepêşander gihîştin Konsolosxaneya DYAyê, ji bo bîranîna kesên ku li Rojava jiyana xwe ji dest dane deqeyek bêdengî girtin.
Piştî ragirtina kêliyek bêdengiyê, girseya ku demek din li ber konsulxaneyê dirûşmeyan berz kir, bi meşa xwe ber bi Parlamentoya Swîsreyê ve çalakiya xwe domand. Xwepêşander tevlî çalakiya nobedê ya li ber parlamentoyê bûn.
Kurdên li Bernê dijîn çar roj in li ber Parlamentoya Swîsreyê nobedê digirin.



