FRANSA – Bi hezaran kes, bi pêşengiya ciwan û jinan, li Marsîlyaya Fransayê kom bûn.
Li Rojava, ciwanên ku bi rojan e li kolanan li dijî komploya navneteweyî ya ku rûmeta mirovan hedef digire, bênavber xwepêşandanan dikin, îro neçûn ser kar û ne jî dibistanan. Karkerên înşaetê, xwediyên xwaringehan û xwendekarên ciwan li Qada Canabiere bûn yek.
Bi giyanekî seferberiyê, gel ber bi Qada Canabiere ve herikî û bang li mirovan kir ku ji bo parastina Rojava û hemû gelên Sûriyeyê û jiyana bi rûmet dengê xwe bilind bikin. Polîsan mudaxele li girseya ku dixwest ber bi pêşiya Walîtiya Marsîlyayê ve bimeşe kir.



