MUNSTER – Li bajarê Münster ê Almanya, bi hezaran ciwanên Kurd û hevalên wan ên enternasyonalîst ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û nîşandana piştgiriya berxwedanê daketin kolanan. Xwepêşandan ji aliyê Ciwanên TCŞ Münster û hevalên wan ên enternasyonalîst ve hate organîzekirin û beşdariyeke berfireh bi dest xist.
Ciwan saet 18:00 li Îstasyona Trenê ya Navendî ya Münsterê (HBF) kom bûn û ber bi Konsolosxaneya Tirk ve dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava!”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd!”, “Terorîst Erdogan!” û “Terorîst Colanî!” qîr kirin.
Di daxuyaniyên li ser navê ciwanên ku li ber konsolosxaneyê kom bûn de hat destnîşankirin ku gel û ciwanên Kurd dê li hember êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku berxwedana Rojava ji bo pêşeroja azad û demokratîk a hemû gelan tê meşandin. Hate diyarkirin ku ciwanên Kurd dê di her şert û mercî de bi Rojava re bibin yek û dê qadên xwepêşandanê terk nekin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku çalakî wê berdewam bikin, û hat gotin ku ew ê sibê (21ê Çileya 2026an) saet 6ê êvarê dîsa li Münster HBF bicivin û ber bi avahiya NATOyê ya li Münsterê ve bimeşin. Bang li hemû ciwan û welatiyan hat kirin ku ji bo piştgiriya berxwedana Rojava derkevin kolanan û dengê xwe li dijî êrîşan bilind bikin.
Çalakî bi dirûşme û peyamên biryardariyê bi dawî bû.



