PARÎS – Li ser banga KCDK-E ya ji bo çalakiyên berdewam, Meclîsa Kurd û gel li Villiers-le-Bel a Fransayê daketin kolanan. Girseya ku li ber Navenda Civaka Demokratîk a Şehîd Evîn Goyî kom bû, bi qîrîna dirûşmeyan ber bi Gare de Villiers-le-Bel ve meşiya.
Li ber îstasyona trênê çalakiyek rûniştinê hate lidarxistin û rê hate girtin. Piştre girseyê meşa xwe berdewam kir, gelek caran li deverên qerebalix ên li ser rê, rê girtin û çalakiyên rûniştinê yên din lidar xistin. Kolanên Villiers-le-Bel bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Terorîst Colanî” deng vedan. Meş dîsa li ber îstasyona trênê ya Villiers-le-Bel bi dawî bû.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurd, bi taybetî yên Rojava, axaftin hatin kirin û xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.



