NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê ragihand ku gel û şervanên Rojava biryara berxwedanê dane, û divê Kurdên li her çar parçê Kurdistanê yekîtî û hevgirtinê nîşan bidin û beşdarî seferberiya giştî bibin.
Di çarçoveya seferberiya giştî de, hat ragihandin ku karwana yekem a mirovan dê sibê saet di 7:00an de li ber Hola Tewar a li Silêmaniyê bicive û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve biçe.



