KOLN – Li ser banga KCDK-E ya ji bo çalakiyên domdar ji bo Rojava, endamên TCŞ û ciwanên enternasyonalîst li Kolna Almanya li hev civiyan û meşek li dar xistin.
Ciwanan meşa xwe bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan li ber îstasyona trênê ya Koln-Mülheimê dest pê kirin û nîşan dan ku ew ê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” nirxên mirovî yên li Rojava hatine bidestxistin biparêzin.
Piştî destwerdana polîsan, 2 ciwan hatin binçavkirin.


