WAN – Li Wanê, di demjimêrên êvarê de li Kolana Cumhuriyetê ya navçeya Îpekyoluyê, ciwanê bi navê Neçîrvan Kaya ji aliyê kesên nenas ên bi cilên sivîl ve ku xwe wekî polîs nîşan dan ve hate revandin. Li gorî îfadeyên şahidan, kesên ku ji wesayîteke reş daketine, bi hinceta kontrolkirina GBT ciwan rawestandine, dû re bi zorê ew xistine wesayîtê û bêyî ku ti ravekirinek hebe ji wir reviyane. Derbarê Neçîrvan Kaya de ti agahî nehatiye bidestxistin.



