MÊRDÎN – Ciwanên Welatparêz li Nisebînê ji bo protestokirina êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin kolanan.
Ciwanên Welatparêz bi pêxistina agir li kolanan, astengkirina trafîkê, qîrîna dirûşmeyan û avetina fîşekên hewayî nerazîbûnên xwe nîşan dan.



