DARMSTADT – Li Luisenplatz a Darmstadtê, gelê Kurd ê welatparêz, bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), ji bo protestokirina komkujiyên li ser Rojava daketin kolanan. Ciwanan bi daxuyaniyek çapemeniyê û meşekê nerazîbûna xwe ya li dijî komkujiyan nîşan dan.



