MÊRSÎN – Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê, bi pêşengiya ciwanan, bi meşek girseyî êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin.
Meş li Parka Aştiyê ya li Taxa Şevket Sumer dest pê kir û heta ber avahiya navçeya Partiya Demê ya Akdenizê berdewam kir. Girseya ku li ber avahiya navçeyê kom bû çalakiyên xwe bi biryardarî didomîne. Di meşê de dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Ciwan Fedaiyiyen Rêber Apo ne” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Girseya ku li ber avahiya navçeyê kom bûye, bi biryardarî çalakiyên xwe didomîne.



