AMED- Li Amed ciwan derketin kolanan û heta sibehê li seranserê bajêr xwepêşandan li dar xistin. Wan li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê nerazîbûn nîşan dan.
Ciwanên welatparêz bi agirên ku li gelek deverên bajêr pêxistin rêyan girtin û bi dirûşme, meş û fîşekên hewayî êrîşan protesto kirin.
Her wiha, xwendekarên jin ên ciwan ên li wargehan bi vêxistin û vemirandina çirayan, deng derxistin, meş û qîrîna dirûşmeyan li ber wargehan li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan dan.
Xwepêşandan heta saetên serê sibê berdewam kirin.



