CENEVRE – Endamên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Meydana Mont Blanc (Ofîsa Posteya Mezin) a Kantona Cenevreyê ya Swîsreyê kom bûn, da ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê protesto bikin û standek ji bo teşwîqkirina beşdarbûna Konferansa Ji Nû Ve Rêxistinkirina TCŞ-ê ku dê di 24ê Çile de li Parîsê were lidarxistin, ava bikin.



