EDENE – Li Parka Înönü ya Edeneyê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê Şaxa Edeneyê ya Partiya DEMê Seyfettin Aydemir diyar kir ku Rojava nayê teslîm girtin û bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsiyariyê bigire ser xwe û hevgirtina xwe bi gelê Kurd re xurt bike.
Her wiha hat gotin ku Rojava jî wê bi heman awayî were parastin ku Kobanê hatiye parastin. Aydemir, diyar kir ku êrîş sûcên li dijî mirovahiyê ne û xwest ku êrîşên li dijî sivîlan tavilê werin rawestandin.



