KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Çelebî, Kobanê, bi daxuyaniyekî berxwedana li taxên Şêx Mesûd, Eşrefiyê û Benî Zêd û li Rojhilatê Kurdistanê silav kirin.
Bi dehan ciwanan li ber navenda ciwanan kom bûn û daxuyanî dan. Ciwanan êrîşên çeteyên girêdayî hikumeta Şamê li ser taxên Şêx Mesûd, Eşrefiyê û Benî Zêd û zextên dewleta Îranê li dijî serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha, piştgiriya xwe ji berxwedana gel re dan nîşan dan.



