NAVENDA NÛÇEYAN- Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Endama Meclîsa Partiyê ya DBPê Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir ku di 4ê Çileya 2016an dema dixwestin ji taxa Karşiyaka derbasî taxa Ofîsê bibin ji aliyê polîs û leşkeran ve hatibûn kuştin. Her sê jinên welatparêz ên Kurd hatin bibîranîn.
‘Bila dewlet destê aştiyê dirêj bike’
Dayîka Sêvê Demîr, Sakîne Demîr jî diyar kir ku ew bi keda cangoriyên xwe îro li ser pêyan e û got: “Zarokên me aştîxwaz bûn, wekhevî dixwestin û ji ber vê yekê hatin kuştin. Dema zarokên me şehîd ketin gotin bila xwîna me bi şeref birije ser vê axê. Em îro dibêjin aştî û bila dewlet jî li gorî vê yekê gavan biavêje. Em naxwazin tu kes bikeve navbera me û aştiyê pêk bîne. Bila destê rêzdar Ocalan bigirin û aştiyê pêk bînin. Ez bang li rayedarên dewleta Tirk dikim ku destê xwe dirêjî aştiyê bikin.”
Piştî daxuyaniyê li gel astengkirina polîsan jî gel heya avahiya DEM Partiyê ya Silopiya bi dirûşma, “Şehîd namirin” meş li dar xist.



