REQA – Turnuvaya Taxên Gel, ku ji aliyê Encumena Werzîşê ya Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Bajarê Reqayê ve tê organîzekirin, îro sibê, 3’ê Kanûnê, li Stadyuma Şaredariya Reqayê dest pê kir. Çend tîmên ku nûnertiya taxên cûda yên bajêr û gundewarên derdorê dikin beşdar bûn.
Maça vekirinê Mudar û El-Intifada pêşbirk kirin, ku Mudar bi 7-1 serket.
Di maça duyemîn de, El-Esediye bi Ya’rub re rû bi rû ma, ku Ya’rub bi 3-0 serket.
Maçên turnuvayê dê di rojên pêş de berdewam bikin. Qonaxa komê dê bi qasî mehekê bidome, piştî wê Gera 16’an dê dest pê bike, ku tîmên ku li gorî encamên qonaxa komê mafdar bûne tê de cih digirin.



