QAMİŞLO – Qamişlo, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Taxa Cûdî li Qamişlo komîngeha nû vekir.
Ciwanên Qamişlo li taxa Cûdî bi beşdarbûna malbatên taxê û nûnerên saziyan cihê Komîna Şehîd Egîd Sarûxan vekirin. Di van mehên dawiyê de Komîngeh bi şêwazê kelpîçê dihat çêkirin. Ciwan û malbatên taxê bi hev re ji bo avakirina komînê kar û xebat dan meşandin, alîkarî ji gelê taxa Cûdî hat komkirin û komîn bi rêbazê axê bi hev re hat çêkirin.
Komîn bi navê Şehîd Egîd Sarûxan hat vekirin. Egîd Saroxan ciwanekî taxa Cûdî bû ku tevlî gerilayên azadiyê Kurdistanê bû û di sala 2017’ê de li heremên Parastina Medyayê şehîd ketiye hat vekirin.
Şahiya vekirinê bi deqeqî rêzgirtin ji bo cangoriyên şoreşê destpêkir. Piştre Bavê Şehîd Egîd axivî û di gotinên xwe de da diyarkirin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşentiya ciwanan û avakirina komînan geşbû. Bavê Şehîd Egîd berdewam kir ku avakirina komînê ji bo bi hêzkirina rêxistina gel û civaka komînal gavekî erênî ye.
Berdevkê Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo Elî Qamişlo di axaftinên xwe de zelalkir ku avakirina komîngehê bi keda ciwanên taxê û malbatên taxê karekî komînal e û rihê komînê di vir de diyar dibe. Elî Qamişlo got ku Rêber Apo di manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de banga xurtkirina komînan kir û avakirina komîngehê mekan ji bo meşandina xebatê komînê di taxê de vekir.
Xebatên hunerî, civakî û perwerdeyî wê di komînê de bên lidarxistin. Komên çandê yên taxê hatin avakirin û wê bi moralekê mezin dest bi perwerdeya xwe di komîna nû bikin.
Malbata Şehîd Egîd Sarûxan bi hev re komîngehê vekir û gelê taxê bi meraq û coş cihê komînê pêşwazî kir. Vekirina komînê bi gerandina dîlanê hat pîrozkirin.



