HESEKE – Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta şehîd Berçem Kobanê, Yekîtiya Jinên Ciwan û Meclîsa Malbatên Şehîdan li Baxçeya Xwendinê ya bajarê Hesekê merasîmekî bîranînê lidarxist.
Merasîm bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpêkir. Her wiha, li ser navê Meclîsa Malbata Şehîdan Necah Mihemed axivî û qala kesayeta şoreşger a şehîd Berçem kir.
Piştî wê, mûm li ber wêneyên şehîdan hatin vêxistin.
Herî dawî, dîmenekî li ser şehîd Berçem hat temaşekirin. Bîranîn bi berzkirina sloganên “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.



