Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

HPG NRÇ’ê, Şehîdên Sala 2024’an Bi Rêzdarî Bi Bîr Anî

Edîtor: Axin Mahir Dicle
01/12/2025 - 12:34
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 32 mins read
A A
HPG NRÇ’ê, Şehîdên Sala 2024’an Bi Rêzdarî Bi Bîr Anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG NRÇ) têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev agahî parve kir.

Em ewladên leheng ên gelê Kurd-Ereb Sîpan Sîdar, Delîla Hêmin, Cûdî Sine, Baran Şemmerî û Çiyager Amed ku di têkoşîna sala 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihiştin şehadetê bi hezkirin û hurmetî bibîr tînin.

Hevrêyê me Sîpan di meşa xwe ya 23 salan a bênavber de, li gelek deveran, ji Qendîlê heta Amedê, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Mexmûr û Rojava, bi hesteke berpirsyarî û hişmendiyek bilind nêzî her erkê bû. Ji bo ku layiqê erkên rêxistinê û şehîdan bibe, ket nava hewldanek mezin. Her tim bi ruhekî fedaî beşdar bû da ku xeta Apoyî bi jiyanî bike. Hevrê Sîpan xwedî dilsoziyeke xurt a bi rastiya Rêbertî û hevrêyên xwe yên şehîd re bû. Hevrê Sîpan, ku rêya şehîdan şopand, wekî Apoyiyek fedaî û fermandarekî dilsoz mîrateyek mezin a têkoşînê ji me re hişt.

Hevrê Delîla li hember êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û Tevgera me tevlî nava refên têkoşînê bû û bi israra xwe ya di serketinê de bû mîlîtaneke mînak a YJA Starê. Li dijî êrîşên dijmin, bi rengekî çalak tevlî berxwedana parastina rewa bû. Xwe di aliyê Îdeolojiya Rizgariya Jinê de kûrtir kir û di kesayetiya xwe de guhertinên xurt pêk anî. Bi tevlîbûna xwe ya fedekar, kedkar û kelecanî, di berxwedana li herêma Xakurkê de roleke girîng lîst. Hevrê Delîla weke mîlîtaneke mînak a YJA Starê ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin, navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsand.

Hevrê Cûdî, ji bo pêkanîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd, tevlî nava refên têkoşînê bû. Ji bo serketina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, kedek bêhempa raber kir. Hemû peywirên xwe bêyî dudilî bi cih anî. Hevrêyê me ku xwedî têkoşînek bênavber bû, bi hevrêtiya xwe ya xurt û jidil mîrateyeke têkoşînê ya mezin li pey xwe hişt û bi vê yekê re bû mînaka herî şênber a kesayetiyek serketî. Tevlî xebatên girîng û hesas bû, bû şoreşgerek jêhatî û peywirên xwe bi serketî pêk anî. Di her kêliya jiyana xwe de, wî hewl da ku Rêbertî fêm bike û dilsoziya xwe xurt bike. Hevrê Cûdî li ser vê bingehê heta nefesa xwe ya dawî helwesteke fedaî nîşan da.

Hevrê Baran, dît ku paradîgmaya Rêbertiyê me ku li ser bingeha yekîtiya gelan e ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe çavkaniya îlhamê. Mînaka herî şênber jî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û ji vê gelek bandor bû. Ji qehremaniya ku bi pêşengiya milîtanên Tevgera Apoyî pêş ket, hêz û moralek mezin girt. Li hember rastiya exlaqî ya civaka siyasî û şoreşa ku li ser pîvanên hêza cewherî û xwerêveberiyê pêş dikeve, gelek heyran bû. Wekî milîtanek Apoyî yê fedaî, ji bo pêkanîna şoreşê li tevahiya Kurdistanê kedek mezin raber kir. Bi moral û coşek mezin peywirên şoreşgerî bi cih anî. Hevrê Baran wekî milîtanek bêdudilî ku ber serketinê ve dimeşe navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsand.

Hevrê Çiyager tevî hemû zehmetiyan jî beşdarî nava refên têkoşînê bû û li qadên herî zehmet ên şer, şer kir. Hevrêyê me ku di ferqa peywirên xwe yên dîrokî de bû, di demeke kûrt de hînê jiyana gerîla bû û di gelek xebatên serketî berpirsyarî wergirtin. Hevrê Çiyager bi tevlîbûna xwe ya sade û rast, di dilê hemû hevrêyên xwe de cihekî taybet girt. Hevrêyê me, ku bi têgihîştineke kûr a rastiya jiyanê ya Apoyî jiya, dê her tim wekî milîtanekî wêrek û bêhesab were bîranîn.

Li ser vê bingehê em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Sîpan, Delîla, Cûdî, Baran û Çiyager re, ji gelê me yê welatparêz û hemû gelê Kurd û Ereb re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe bi biryardarî bidomînin.

Nasnav: Sîpan Sîdar

Nav paşnav: Sîpan Muhyeddîn Hesen

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Şaha- Muhyeddîn

Dem û cihê şehadetê: 20 Gulan 2024/Metîna

 

Nasnav: Delîla Hêmin

Nav paşnav: Hestî Esedî

Cihê jidayikbûnê: Saqiz

Dayik-Bav: Fuzye- Suleyman

Dem û cihê şehadetê: 28 Nîsan 2024/Xakûrkê

 

Nasnav: Cûdî Sine

Nav paşnav: Hamît Muhammedî

Cihê jidayikbûnê: Sine

Dayik-Bav: Hebabe- Muhammed Sadik

Dem û cihê şehadetê: 1 Çile 2024/ Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Baran Şemmerî

Nav paşnav: Ahmet Mustafa Hasan

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Dayik-Bav: Ziheya- Mustafa

Dem û cihê şehadetê: 13 Çile 2024/Garê

 

Nasnav: Çiyager Amed

Nav paşnav: Serhat Korkmaz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Duriye – Abdulbakî

Dem û cihê şehadetê: Nîsan 2024/Xakûrkê

SÎPAN SÎDAR

 

Hevrêyê me Sîpan yek ji bajarên Kurdistanê yê ku lê welatparêziyeke mezin heye, li Qamişloyê ji dayîk dibe. Rastiya dijmin û zulma li ser gelê me hîs dike û tim û tim li dijî dijmin hêrs dibe. Hevrêyê me di zarokatiya xwe de çîrokên lehengiya gerîlayan dibihîze û hê di zarokatiya xwe de ji Partiya me PKK’ê hez dike. Di salên dibistanê de dikeve nava lêgerîn û nakokiyan. Bi taybetî jî weke her ciwanên Kurd ên birûmet dîlgirtina Rêber Apo ya li gel Komploya Navneteweyî tu caran qebûl nekir. Hevrêyê me Sîpan girêdayî vê yekê lêgerînên xwe kûr kirin. Hevrêyê piştî demekeê derbasî Şamê dibe û ji kadroyên Apoyî yên li wir dibîne, bandor dibe. Li hemberî konsepta îmha û tasfiyeyê ya li Tevgera me û Rêbertiya me tê ferzkirin, hêrs dibe. Ji şehadetên hevrêyên me yên ku dîlgirtina Rêbertiya me qebûl nakin û li gel çalakiya ‘’Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’’ li dora Rêber Apo dibin çembereke ji agir gelekî bandor dibe. Hevrêyê me biryarê dide ku ji pêvajoyê re bersiva herî baş tevlîbûna nava refên gerîlayan e û tevlî nava refên gerîlayan dibe. Hevrêyê me di sala 2001’an de berê xwe dide çiyayên azad û li herêma Qendîlê tevlî nava PKK’ê dibe. Hevrêyê me di perwerdeya şervanên nû de dixwaze xwe di her warî de pêş bixe û dixwaze ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv. Ji bo xwegihandina armanca tevlîbûnê tim dikeve nava kûrbûnan. Di demeke kurt de adapteyî jiyan û derdora gerîlayan dibe. Hevrêyê me, perwerdeya xwe ya şervanên nû bi awayekî serkeftî temam dike û li herêma Qendîlê beşdarî xebatên Partiyê dibe. Li gel avaniya xwe ya enerjîk û hîperaktîf a di jiyanê de û tevlîbûna xwe ya bimoral di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve tê pîrozkirin. Hevrêyê me di nava jiyana gerîlayan de roj bi roj tecrûbeyan bi dest dixe û pêşniyar dike ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Piştî ku sê salan li herêma Qendîlê xebatên pratîkê dimeşîne, derbasî herêma Garê dibe. Hevrêyê me li hemû derên lê dimîne bi tevlîbûna xwe dibe mînak û di pêşniyara xwe ya derbasbûna Bakurê Kurdistanê de israr dike.

 

Hevrêyê me Sîpan, dixwaze di nava Pêngava 1’ê Hezîranê de ya Tevgera me di sala 2004’an de îlan dike, cih bigire û di sala 2005’an de derbasî Amedê dibe. Li Amedê pratîkeke serkeftî dimeşîne û di çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatine xistin de cih digire û li gorî ruhê serdemê tev digere. Bi saya taybetmendiyên xwe yên weke fedekarî û kesayeta xwe ya kamil ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Di warên leşkerî de weke gerîlayekî xwedî tecrûbe alîkariya hevrêyên xwe dike. Tevî ku di çalakiyên li Amedê de du caran birîndar dibe jî tu caran ji xebatan dûr nakeve. Bendewariyên pêvajoyê dizane û li gorî wan tev digere. Piştî di nava demeke kurt de tedawiya xwe temamdike dubare bi awayekî çalak daxilî xebatan dibe. Hevrêyê me piştî ku şeş salan li Amedê pratîkê dimeşîne derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Ji bo temakirina aliyên xwe yên şaş û kêm ên di qada pratîkê de di sala 2011’an de ji Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz perwerdeyê dibîne. Di perwerdeyan de xwe li ser Şerê Gel ê Şoreşgerî felsefeya Rêbertî xwe kûr dike. Hevrêyê me Sîpan, di nava atmosfera perwerdeyê de pratîka bi salan lêpirsîn dike, aliyên xwe yên şaş û dogmatîk li gorî rêxistinê dinirxîne û perspektîfa gerîlatiya serdema nû bi dest dixe û karî bibe milîtanekî ku ji hemû erkan re amade.  Di çarçoveya seferberiya Partiya me ya li hemberî komkujiya ku çeteyên DAÎŞ’ê li gelê me yê Rojava û Şengalê ferz dike de, derbasî Rojava dibe û beşdarî gelek pêngavên şoreşgerî dibe.  Di sala 2014’an de bi awayekî çalak tevlî Pêngava Azadkirina Serêkaniyê dibe û ji ling û milê xwe birîndar dibe. Hevrêyê me Sîpan, piştî ku tedawiya xwe temam dike dubare li eniyên şer ên cihê xwe digire. Hevrêyê me yê hêja yê ku di pêvajoya Şoreşa Azadiya Rojava de beşdarî gelek pêngavan dibe, ala gelê me ya şoreşê li hemû qadên ku lê têdikoşe bilind dike, derbasî Mexmûr û Şengala ku lê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê dijwar e, dibe. Li vir erk û berpirsiyariyên girîng digire ser milên xwe û bi tecrûbeyên xwe yên zêde rol dilîze. Li hemû qadên ku lê dimîne ji bo jiyanîkirina Padîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan a Rêbertiya me bi hemû hebûna xwe li ber xwe dide. Hevrêyê me Sîpan, di sala 2015’an de li Akademiya Hakî Karer perwerdeyê dibîne û hem di warê îdeolojîk de û hem jî yê leşkerî de dikeve nava lêpirsînên mezin. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk xwe di hemû waran de amade dike. Hemû kêliyên jiyanê weke qadeke perwerdeyê dibîne û karî bibe şervanekî ku qîma xwe bi ya heyî re bîne.  Hevrêyê me, li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşengtiya gelek xebatan dike.

 

Hevrêyê me Sîpan ê ku li hemberî operasyona dewleta Tirk a di 16’ê Nîsana 2024’an de li herêma Matînayê dide destpêkirin, di asta fermandariya herêmê de erk û berpirsiyaran digire ser milên xwe, bi cesaret û tevlîbûna xwe ya bimoral ji hevrêyên xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê. Weke fermandarekî fedaî yê Apoyî li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe dide. Hevrê Sîpan ê fermandarê me yê hêja ê ku ji Bakurê Kurdistanê heya Rojava, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heya Şengal û Mexmûrê li gelek qadên Kurdistanê gerîlatiyê dike û ji bo azadiya gelê me bêyî teredut li ber xwe dide, li herêma Metînayê di encama êrîşeke dijmin ya di 20’ê Gulana 2024’an de tevlî karwanê şehîdan dibe. Em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Sîpan ê ku ji dilê şehîdên me re dibe rênîşander û dilsoziyeke mezin nîşan dide tim û tim zindî bigirin.

DELÎLA HÊMIN

 

Hevrêya me Delîla, li bajarê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Di hawîrdorek ku bandora partiya me lê xurt bû û tevlîbûn jê zêde bû de, mezin bû. Hevrêya me ku bi hişmendiya welatparêzî û ehlaqa civakî re mezin bû, ji temenê xwe yê biçûk ve eleqeya wê ya li hember gerîla, pêş ket. Bîranînên ku wê di zarokatiya xwe de li ser gerîlayan bihîstibûn, meraq û heyraniyek kûr di dilê wê de çêkiribû. Di salên dibistanê de, pergalê hê baştir lêpirsîn kir û ji bo jiyaneke alternatîf lêgerînên wê pêş ketin. Ji gerîlayên YJA Starê ku bi berdêlên mezin destketiyên gelê me parastin, bandor bû. Hevrêya me Delîla, dizanî ku nêzîkatiya pergalê jinê wekî amûr dibîne û bêîrade dike û li dijî vê xwest di şerê ku bi pêşengiya jinên azad de pêş dikeve, cih bigire. Hevrêya me ji ber hin sedeman neçar ma di vê pêvajoyê de xeyala xwe paşde bixe. Li gel vê yekê, wê lêgerîna xwe kûrtir kir, xwest Tevgera me ji nêz ve nas bike û ji bo tevlîbûna gerîla amadekarî dikir. Berxwedana Kobanê û berxwedana Apoyiyan a li dijî êrîşên DAÎŞ’ê bandorek mezin li ser wê kir. Hêviya nû ya jiyanê ya ku ji aliyê Şoreşa Azadiya Rojava ve hatiye afirandin, ji bo hevrêya me Delîla bû çavkaniyek mezin a hêzê. Hevrêya me fêm kir ku felsefeya Apoyî li ku derê kok bigire ew dever azad dibe û ji bo zîhniyeta serdest dibe goristan. Li ser vê bingehê hevrêya me lêgerînên xwe xurtir kirin, hemû derfetên jiyana pergalê da aliyekî û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Weke jineke Kurd a birûmet di dema şer de, biryar da ku peywirên xwe yên dîrokî bicih bîne û berê xwe da çiyayên Kurdistana azad û tevlî têkoşînê bû.

 

Hevrê Delîla, di sala 2019’an de tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû û cihê xwe di perwerdehiya şervanên nû de girt. Tevî şert û mercên zehmet jî hevrêya me ji ber xwesteka xwe ya hînbûnê xurt bû, di demeke kurt de adapteyê jiyanê bû û bû milîtanek mînak. Di perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk de tevlîbûnek xurt kir û di kesayeta xwe de guhertinên mezin pêk anî. Bi guhertina ku wê di demeke kurt de nîşan da û tevlîbûna wê ya bi coş, ew gihişt asteke ku bikaribe berpirsyariyê bigire. Piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, ji bo zanîn û tecrûbeyên xwe bi jiyanî bike derbasî qadên pratîkî bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi rengek zelal û rast karî hezkirina hevrêyên xwe bidest bixe. Bi girîngiya ku dida perwerdehiyê re, wê xwe bi berdewamî pêş xist bi taybetî li ser îdeolojiya rizgariya jinê sekinî. Ji hêza jinên azad ên di nava refên têkoşînê bandor bû û hê bêhtir xwedî li xebatan derket. Hevrêya me armanc kir ku bibe gerîlayek jêhatî ya YJA Starê. Wê ji bo amadekariyên li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, kedek mezin da. Ji bo bîranîna hevrêyên ku di şerê giran de şehîd bûne, zindî bihêle bibiryar bû. Hevrêya me bi xurtkirina biryardarî û azweriya xwe hewl da ku layiqê hevrêyên şehîd bibe. Hevrêya me bi fedekarî û sekna xwe ya di xeta jina azad de mîrateyek mezin a têkoşînê ji bo me hişt.

 

Hevrêya me Delîla ku milîtanek mînak a YJA Starê ye, di 28’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakûrkê tevlî karwana şehîdan bû. Ew bi hevrêtiya xwe ya dilnizm û xurt dê her tim bibe mînak û pêşeng. Weke şopdarên wê, em soz didin ku di şexsê hevrê Delîla de xeyala azadiyê ya hemû şehîdên me pêk bînin û li ber bîranîna wan em bi hurmetî bejna xwe ditewînin.

CÛDÎ SINE

 

Rojhilatê Kurdistanê ku lê çanda dêrîn a Kurd tê jiyîn, bûye qadeke wisa ku lê ruhê berxwedanê tim zindî bûye. Li gel bi bi hezaran ewladên egîd ên dayîne Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di dîroka têkoşîna me de cihê xwe girtiye. Li gel şervanên xwe yên azadiyê hewla pêkanîna xeyalên Qazî Mihemed hatiye nîşandan. Hevrêyê me Cûdî li bajarê Sine ê lê welatparêziyeke kûr heye, ji dayîk dibe. Ji ber dilsoziya ji çanda xwe ya eşîra Erdelanî ku yek ji ferdê wê eşîrê ye û parastina nirxên cewherî ya ji aliyê malbata wî ve şopên mezin li ser kesayeta hevrêyê me hiştin. Hevrêyê me, deh salan dibistana dewletê û li hemberî polîtîkayên rejîmê yên asîmîlasyonê tim bû ciwanekî Kurd ê hişyar. Hevrêyê me Cûdî yê ku li gel mezinbûna temenê xwe bi kûrahî dikeve nava lêpirsînan, bi qasî çîrokên lehengiyê yên şerê ku bi pêşengtiya gerîalayan tê meşandin dibîhîze, dixwaze Tevgera me ji nêz ve nas bike.  Bi taybetî jî ji serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê yên di pêvajoya dîlgirtina Rêbertiya me ya bi Komploya Navneteweyî ya di sala 1999’an de bandor dibe. Ji sekna şehîdên me yên bi çalakiyên ‘’Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’’ li dora Rêber Apo dibin çembera ji agir hêzê digire. Hevrêyê me Cûdî yê ku tu caran esareta Rêbertiya me qebûl nake, ji bo tevlîbûna nava refên gerîlayan dikeve nava lêgerînan. Ji ber temênê xwe yê biçûk neçar dimîne ku vê xeyala xwe heya demekê li paş bixe. Hevrêyê me yê ku ji bo têkariya debara malbata xwe di gelek karan de dixebite, hê di zarokatiya xwe de hînî pîrozahiya kedê dibe. Hevrêyê me yê ku pê dihese ku pergala kapîtalîst pergaleke îstîsmarê ye, lêgerînên xwe kûr dike. Hevrêyê me yê ku dibîne çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî destkeftiyên gelê me dikin û  gerîla bi awayekî fedaiyane şer dikin û ji hemû cîhanê re didin îspatkirin ku îradeya Apoyî tu caran têk naçe, biryara tevlîbûnê distîne. Weke ciwanekî Kurd ê birûmet li hemberî êrîşên çêdibin bêdeng namîne û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

 

Hevrêyê me Cûdî, di sala 2016’an de li ser Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe û li Herêmên Parastinê yên Medyayê yekem perwerdeya gerîlayan distîne. Di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan û şert û mercên çiyayan dibe. Li gel tevlîbûna xwe ya bi moral û coş a di pêvajoya perwerdeyê de bala hevrêyên xwe dikşîne. Bi saya xwesteka xwe ya fêrbûnê û eleqeya xwe ya ji bo dersên leşkerî di nava demeke kurt de pêş ket. Hevrêyê me Cûdî bi rengekî serketî perwerdeya xwe temam kir, derbasî qadên pratîkê bû. Hevrêyê me şans dît ku tiştên di perwerdeyan de fêr bûye, bixe pratîkê. Têkildarî jiyana gerîla tecrûbeyên xwe yên ewilî bi dest xist. Hevrê Cûdî li her patîkayê û her kaniya ku av le vexwarî, hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr anî. Jiyana şehîdan ji xwe re kir rêber. Hevrêyê me Cûdî bi berhemdariyeke mezin nêzî her kêliya jiyanê bû û tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir, pêşniyar kir ku perwerdeya îdeolojîk bibîne. Ji bo di warê îdeolojîk de kûr bibe û wezîfeyên demê bi cih bîne, di pêvajoya perwerdeyê de ket nava lêhêrbûnên kûr. Bi saya Parêznameyên Rêbertî û materyalên Partiyê yên xwendî, tecrûbeyeke diyar bi dest xist û bi serketî perwerdeya xwe temam kir. Hevrê Cûdî xwest tevkariyê li pêşketina hevrêyên xwe bike, demekê li akademiyê ma û di asta rêveberiyê de di xebatan de cih girt. Pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê dijwar e û xwest ji pêdiviyên demê re bibe bersiv. Hevrêyê me ji bo lêhêrbûnên xwe yên di pêvajoya perwerdeyê de bixe pratîkê, bêsebir ma. Di xebatên girîng ên ku hesasiyetek mezin û veşartîbûnê dixwazin de cih girt. Hevrê Cûdî di ferqa girîngiya xebatan de bû û her wezîfeya ku Partiya me jê re diyar kirî, bi layiqî bi cih anî. Bi fedakarî, hevrêtiya xwe ya xurt û dilsoziya xwe ya bi nirxan, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Li her qada ku çûyê, bû milîtanekî ku hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir û girêdayî pîvanên Partiyê ma. Di gelek xebatan de performanseke bilind raber kir. Ji bo di felsefeya Rêbertî de kûr bibe û bigihije heqîqeta hevrêtiyê, hewldaneke zêde raber kir. Hevrêyê me bi sekna xwe ya di jiyanê de, di kesayeta xwe milîtantiya fedayî ya Apoyî temsîl kir.

 

Hevrêyê me Cûdî bi tecrûbeya xwe ya îdeolojîk, leşkerî, kesayeta xwe ya dirûst û dilsoziya xwe ya bi nirxên Partiyê re, heya nefesa dawî têkoşiya da ku xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bîne. Li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê di gelek xebatan de cih girt û her wezîfeya xwe bi serketî temam kir. 1’ê Çileya 2024’an dema li ser wezîfeya xwe di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku mîrateya têkoşînê ya hevrê Cûdî ji me re hiştî bigihînin serketinê. Em li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.

BARAN ŞEMMERÎ

 

Hevrêyê me Baran li Quweytê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me yê ji eşîra Şemmerî bi ruhê berxwedanê yê eşîra Şemmerî mezin bû. Ev eşîra bi kok ji dîrokê heya roja me ya îro li dijî zilmê rabûye, nirxên xwe parastiye û ji bo vê yekê berdêl dane. Hevrêyê me yê ji vê eşîrê, neheqî li kuderê be bila bibe li dijî xwe hesab kir. Hevrêyê me li derdoreke wisa mezin bû ku sempatî li hemberî têkoşîna azadiyê hîs dike û tevkariyê li Tevgera me dike. Di salên ciwantiyê de ji bo naskirina Partiya me PKK’ê hewldan raber kir. Hevrêyê me ku demek kurt çû dibistanên dewletê, ji bo di aliyê aborî de alîkariyê bide malbata xwe di gelek xebatan de ked da. Hevrêyê me şert û mercên zehmet ên jiyanê dizanî û zû ked nas kir. Ji aliyê malbat û derdora xwe ya nêz ve hate hezkirin. Rêbertiya me qasî 20 salan li Rojava, Beyrûd, Şam û Rojhilata Navîn kedek mezin raber kir û di encama vê kedê de welatparêzî û lehengî li ser vê xakê çêbûn. Hevrêyê me ji vê yekê pir bandor bû. Bû şahidê zilma çeteyên DAÎŞ’ê ya hem li dijî gelê Ereb hem li dijî gelê Kurd. Milîtanên Apoyî ji bo parastina destkeftiyên gelê me bi fedayiyane şer kirin, ew li hemberî vê yekê ket nava lêpirsînên kûr. Bi taybetî ji Berxwedana Kobanê û têkoşîna Derwêş û Edûlêyan a li Şengalê ya li dijî qirkirinê, hêzeke mezin girt. Li cihên ku bi pêngavên şoreşgerî çeteyên DAÎŞ’ê hatin paqijkirin, kêfxweşiya gelê me dît. Gelê me ji bo xwe bingehê jiyaneke bi rûmet danî, xwedî li têkoşîna me derket û ewladên xwe yên herî hêja da, vê yekê pêşiya hevrê Baran vekir. Di encama lêpirsînên kûr û muhasebeyên wijdanî de, tevlî nava refên azadiyê bû, fikirî ku dema girtina berpirsyariyên dîrokî hatiye.

Hevrêyê me yê ku sala 2018’an ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bû, di demeke ku êrîşên dewleta Tirk zêde bûn de tevlî bû û pêşniyar kir ku biçe qadên ku şer lê germ e. Ji ber ku şervanekî nû bû û di warê leşkerî de nexwedî tecrûbe bû, neçar ma ku vê pêşniyara xwe taloq bike. Di pêvajoya tevlî bûyî de şehadetên li Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, kir hinceta mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêyê me yê Ereb ê tevlî nava refên azadiyê bû, jiyan û sekna Ezîz Ereb – Nadir Şêx Hesen ê 17’ê Nîsana 1986’an li Colemêrgê şehîd bû, ji xwe re mînak girt. Di şerê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Girê Spî de cih girt. Hevrêyê me Baran weke şervanekî bi wêrek, hewl da wezîfeyên xwe yên demê bi cih bîne. Hevrêyê me tecrubeya şer bi dest xist û hêrsa xwe ya li dijî dijmin mezin kir. Pêşniyar kir ku biçe çiyayên Kurdistanê yên ku ji bo Tevgera me pîroz in. Hevrêyê me Baran li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji berxwedana destanî ya li dijî operasyonên dagirkeran moraleke mezin girt. Ferq kir ku encex eger bibe gerîlayekî pispor, wê ji pêvajoyê re bibe bersiv. Hevrêyê me li ser vî bingehî tevlî perwerdeyên pisporbûnê bû, bi tevlîbûna xwe ya bi coş a li dersên leşkerî demek kurt encamên baş bi dest xist. Weke gerîlayekî ku di taktîkên demê yên li dijî êrîşên tasfiyeya li ser Tevgera me hatî ferzkirin de bûye pispor û di warê îdeolojîk de tecrûbe bi dest xistiye, wezîfeyên demê meşand. Bi îdîayeke mezin tevlî perwerdeyan bû û pêş ket. Piştî ku perwerdeyên xwe bi serketî qedand, li qadê tevlî xebatên pratîk bû. Tevî ku biyaniyê jiyana çiyê bû, nava demek kurt motîve bû. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bi moral û kelecan, hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Baran ê xwedî tecrûbeya leşkerî û îdeolojîk, ji bo biçe qadên ku şer lê germ e, pêşniyar kir. Di berxwedana destanî ya gerîla ya li dijî dewleta Tirk û hêzên hevkar de, berpirsyarî girt ser xwe. Wezîfeyên xwe ji bo bibe layiqên şehîdan, bi cih anî. Hevrêyê me Baran ji bo azadiya gelê me li dijî her cure zehmetiyê têkoşiya û bi cesaret û hevrêtiya xwe ya jidil weke milîtanekî fedayî yê Apoyî yê Ereb di dîroka me ya têkoşînê de cih girt.

Hevrêyê me Baran 13’ê Çileya 2024’an li herêma Garê di êrîşa dijmin de şehîd bû, bi kesayeta xwe ya dilnizm û baweriya xwe ya ji serketinê re mîrateyeke têkoşînê ya ku ti carî nayê jibîrkirin dewrî me kir. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrê Baran a dewrî me kirî bi serketinê tacîdar bikin. Em li ber bîranîna hemû şehîdên xwe, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

ÇIYAGER AMED

 

Hevrêyê me Çiyager li Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî û derdora wî ya nêz welatparêz e û dilsozê kevneşopî û çanda Kurdî ye, di temenekî biçûk de partiya me PKK nas kir. Ji ber ku li bajarekî serhildanê yê mîna Amedê jiyan kir, jiyana şoreşgerî pir zû nas kir. Hevrêyê me li dijî jiyana ku dijmin dixwest li Kurdistanê çêbike, bû xwedî helwest. Her çendî ku heya dibistana amadeyî xwendibe jî, ket ferqa polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku dijmin li ser gelê me ferz dikir û bi vî rengî mezin bû. Her tim cewrê xwe parast. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, şivantî û cotkarî kir. Hevrêyê me Çiyager pir zû pîroziya kedê nas kir. Ji bo vê yekê her tim hewl da ku bi keda xwe jiyana xwe bidomîne. Hevrêyê me di dema ciwantiyê de di xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih girt. Bi tevlîbûna xwe ya aktîf weke ciwanekî Kurd wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Bi vê taybetmendiya xwe bû şoreşgerekî ku hemû ciwanên Kurd wî ji xwe re mînak bigirin. Ji ber tevlîbûna xwe ya aktîf a di xebatên ciwantiyê de, bala dijmin jî kişand. Hevrê Çiyager hate dîlgirtin. Hevrêyê me 3 mehan li zindanê ma, di vê pêvajoyê de derfet dît ku rastiya dijmin hîn ji nêztir nas bike. Hevrêyê me fêm kir ku dijmin tenê zindan û goristanê ji gelê Kurd re rewa dibîne. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin, kir hinceta mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêyê me Çiyager bû şahidê berxwedana destanî ya bi pêşengiya fermandarê fedayî şehîd Çiyager Hêvî ya li Sûrê. Li vir ji berxwedana fedayî û şehadetên çêbûne, pir bandor bû. Di heman demê de gelek hevalên wî û ji xizmên wî yên nêz tevlî nava refên gerîla bûn, ji vê yekê jî bandor bû. Hevrêyê me lêgerîna xwe ya têkoşînê hîn zêdetir kir. Dijmin êrîşên li ser destkeftiyên gelê me zêde kir û tecrîda li dijî Rêber Apo kir sîstematîk. Ev yek bû sedem ku hevrê Çiyager rêbazê xwe yê têkoşînê zelal bike. Hevrêyê me bawer kir ku encex bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare ji êrîşên dijmin ên li ser Rêbertiya me û gerîlayên azadiyê re bibe bersiv. Li ser vî bingehî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di têkoşîna azadiyê de cih girt. Navê fermandarê fedayî yê Apoyî hevrê Çiyager ku pir jê bandor bibû, li xwe kir û soz da ku xwedî li bîranîna wî derkeve û têkoşîna wî bigihîne serketinê.

Hevrêyê me Çiyager perwerdeya xwe ya ewilî li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, bi xwestek û kelecaneke mezin tevlî perwerdeyan bû. Hevrêyê me fêrî hunera şerê gerîla û taktîkên dema nû bû, bi lêhêrbûnên xwe mesafeyeke girîng derbas kir. Di heman demê de felsefeya Rêber Apo nas kir. Hevrêyê me hingî ku Rêber Apo fêm kir, asta xwe ya tevlîbûnê zêde kir. Hevrêyê me di perwerdeyan de dîroka me ya Partiyê û Kurdistanê fêr bû, ji van dersan hem tecrubeyên girîng derxist hem jî xeta xwe ya têkoşînê diyar kir. Hevrêyê me piştî ku perwerdeya xwe qedand, derbasî herêma Qendîlê bû, li vir jî tevlîbûna xwe ya aktîf domand. Bi kesayeta xwe ya dirûst, samîmî û kedkar hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Çiyager ji bo bibe layiqê nêzîkatiya hevrêyên xwe, hewl da ku têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me li gelek qadên herêma Qendîlê gerîlatî kir. Bi tecrubeyên ku li vir bi dest xistî re, bû milîtanekî Apoyî yê pispor. Tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bû û berpirsyariyeke dîrokî girt ser xwe. Hevrêyê me Çiyager bi cidiyeta ku van berpirsyariyên xwe bi cih bîne, tevgeriya. Ji bo vê yekê ji şerê zihniyetê heya şerê germ a li eniya berxwedanê, di her astê de wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anî.

Hevrêyê me Çiyager bi israr xwest biçe qadên ku şer lê dijwar e. Li ser vî bingehî derbasî herêma Xakurkê bû û têkoşîna xwe li vir domand. Destpêkê tevlî xebatên ji bo amadekariya tunelên şer bû. Hevrêyê me bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Çiyager bêrawestan xebitî û tunelên şer mezin kir. Ji dil bawerî bi vê serketina taktîka dema nû anî. Hevrêyê me Çiyager ji berxwedana tunelan a li Zap, Avaşîn û Metînayê ders derxist û xebatên xwe hîn pêştir birin. Di heman demê de li ser taktîka tîma pispor a li ser esasê araziyê, lêhêrbûn kir. Hevrê Çiyager gihişt formasyoneke îdeolojîk û leşkerî ya ku li dijî êrîşên dijmin bibe bersiv. Hevrêyê me Çiyager bi hevrêtiya xwe ya jidil, tevlîbûna xwe ya dirûst û kesayeta xwe ya xwezayî, rêzdarî û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Bi vê taybetmendiya xwe di heman demê de ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Çiyager li Qada Berxwedanê ya Lolan a herêma Xakurkê di êrîşên dijmin ên 23 – 26’ê Nîsanê de şehîd bû.

Hevrêyê me Çiyager ji tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla heya kêliya ku gihiştî şehadetê, bi dilsoziya xwe ya xurt a bi nirxên azadiyê re di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Em soz didin ku bîranîna wî li Kurdistana azad bidin jiyîn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hakî Armanc: Hevalê Bawer Li Her Qada Ku Lê Ma Şopa Xwe Hişt

Nivîsa Pêş

Cejna Berxwedana Neteweyî Li Qadên Gerîla Bi Coş Hat Pîrozkirin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Cejna Berxwedana Neteweyî Li Qadên Gerîla Bi Coş Hat Pîrozkirin

Cejna Berxwedana Neteweyî Li Qadên Gerîla Bi Coş Hat Pîrozkirin

“Şehîd Erdal rihekî fedayî dida milet”

"Şehîd Erdal rihekî fedayî dida milet"

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.