NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendekar li Zanîngeha Çewlikê kom bûn da ku 27’ê Mijdarê, Roja Berxwedana Neteweyî, bi çalakiyekê pîroz bikin. Di çarçoveya bernameyê de, xwendekaran pêşkêşiyek vîdyoyî li ser wate û girîngiya 27’ê Mijdarê temaşe kirin.
Di heman demê de, xwendekarên endema tevgera Xwendekarên Welatparêz jî bi daliqandina pankartekê li ser dîwarên bajarê Amed, 27’ê Mijdarê Roja Berxwedana Neteweyî pîroz kirin.



