STENBOL – Yekîneyên YCWK Stenbolê bi daxuyaniyek nivîskî ragihandin ku wan duh êvarê navçeyên Başakşehîr, Beyoğlu û Arnavutköy bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan 27’ê Mijdarê Roja Berxwedana Neteweyî pîroz kirin.
Tevgera PKKê bi têkoşîna xwe ya destanî ji damezrandina xwe heta îro hebûna gelê me li seranserê cîhanê nîşan daye. Manîfestoya dawî ya ku ji hêla Rêber Apo ve ji me re hatiye pêşkêş kirin, rêya gelê me ya ber bi azadî û serkeftinê ve ye.
Wekî YCWK, em diyar dikin ku em ê di vê pêvajoyê de bi awayekî çalaktir beşdar bibin û li gorî manîfestoyê, em ê kolan bi kolan, tax bi tax û bajar bi bajar rêxistin bikin, komînalîteyê esas bigirin.
Em careke din tekez dikin ku em milîtanên pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo û her biryara ku ew dide ve hatî destpêkirin û domandin in. Em soza xwe dubare dikin ku sala nû ya têkoşînê bikin saleke azadiyê ji bo gelê xwe.
Bijî Rêber Apo
Bijî 27’ê Mijdar’ê



