NAVENDA NÛÇEYAN – Îro li bajarê Humsê, 2 pismam Wisam Dahir El Elî (23) û Mihemed Salih El Elî (24) piştî ku di saetên sibehê de hatibûn revandin, bi hovane qetilkirin.
Li gorî agahiyan, her du ciwantên ji gundê Hekfa yê rojhilatê Humsê, dema ku ji bo kar diçûn, li taxa El-Zehra ya Humsê hatin revandin. Cenazeyên wan paşê li nexweşxaneya li taxa El-Weir hatin dîtin.
Derket holê ku her du ciwan bi keviran hovane qetilkiribun.



