DIRBÊSIYÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê, bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Amanos, merasîmekî bîranînê lidarxistin.
Merasîm bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan, axaftinekî hat kirin derbarê jiyan û tekoşîna şehîd Ronahî Amanos.
Herî dawî, mûm li ber wêneyên şehîd Ronahî hatin vêxistin.



