TEBQA – Xebatên Komîna Ekolojîk a Ciwanan ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatiye destpêkirin, berdewam dikin. Hamleya paqijkirinê “Komîna Ekolojî ya Ciwanan” ya ku li Hesekê û Dêrikê destpêkir, bi tevlî bûne ciwanên herêma Tebqayê berfirehtir dibe.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Tebqayê li taxa Ayed Radio, bi beşdariya ciwanan û hejmarek ji şeniyan, hamelya paqijkirinê organîze kirin. Di kampanyayê de paqijkirina kolanên sereke û kêlekê û cihên giştî yên ku trafîka wan giran e, hate paqijkirin.
Berpirsiyarên kampanyayê tekez kirin ku ev xebat di çarçoveya pêşxistina giyanê hevkariyê û berpirsiyariya civakî û teşwîqkirina şeniyan ji bo parastina jîngehê de ye. Şeniyan spasiya xwe ji bo hewldanan ciwanan anîn ziman. Armanca vê kampanyayê ew e ku hemwelatî li ser paqijiya jîngehê bên hişyarkirin û paqijiya giştî ya taxan were başkirin.



