HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Hesekê di çarçoveya kampanyaya “Kom Bibe” de, ku di meha Cotmehê de bi dirûşmeya “Bi Hevaltiya Komînalist bi Rêber APO re Bijî” dest pê kir, çalakiyek belavkirina stîker û broşûran li seranserê bajêr li dar xist.
Di çarçoveya çalakiyê de, stîkerên ku ser wan “Kom Bibe li dijî zayendperestiyê”, “Kom Bibe li dijî tundiyê”, “Kom Bibe ji bo jiyaneke azad”, û “Kom Bibe ji bo azadiya Rêber APO” hatiye nivîsandin li deverên cuda yên bajêr hatin daliqandin.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Hesekê diyar kirin ku armanca kampanyayê hişyarkirina raya giştî, bilindkirina têkoşîna azadiya jinan û xurtkirina hevgirtina kolektîf e.



