Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kalkan: Ji bilî serketina vê pêvajoyê paşerojeke din nîne

Edîtor: Nucan Serdoz
12/11/2025 - 9:27
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 25 mins read
A A
Kalkan: Ji bilî serketina vê pêvajoyê paşerojeke din nîne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Dûran Kalkan anî ziman ku pêvajo mecbûrî ye ne tercîh e û got, “Ya wê bi ser bikeve ya wê bi ser bikeve. Bi sernekeve wê felaket bibe. Lewma ji bo serketina pêvajoyê çi pêwîst be em ê wê bikin.”

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan li Medya Haber TV nirxandin kir û anî ziman ku derbasbûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li qonaxeke nû di rojevê de ye. Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:

“Destpêkê mîmarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Rêberê Azadiyê Rêber Apo silav dikim. Wekî ku hate destnîşankirin, ji bo pêvajo derbasî qonaxek nû, qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye. Di serî de Rêber Apo vê hewldanê dimeşîne. Ji bo vê nexşerêyan amade kir û pêşkêş kir, nêrînên xwe anî ziman û rêya çareseriyê pêşniyar kir. Her wiha ji bo pêşiya wê were vekirin bang li rêxistinê û raya giştî kir. Gavên ku li ser vê bingehê hatine avêtin hene.

Mînak, banga rêveberiya Tevgera me ya 26’ê Cotmehê girîng bû. 25 gerîla yên ku li Bakurê Kurdistanê bûn û şer dimeşandin, vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê; wan daxuyanî da. Rêveberiya Tevgera me ji raya giştî re ragihand ku hêzên gerîla yên li deverên krîtîk, ji provokasyonê re vekirîbûn û noqteyên ku wê rê li pevçûnan vekin vedikişin û dîsa ji bo li ser sînor heman rewş were sererastkirin dixebitin. Ev pir girîng bû. Bi tevahî li gorî ruhê banga 27’ê Sibatê bû. Dîsa pêkanîna biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê bû. Berdewamiya wan çêbû. Ev berdewamiya şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê bû. Bi rastî ev gavên pir krîtîk, cidî, girîng û pêşîvekirinê bûn. Her kes vê yekê teqdîr dike. Weke dîrokî dîtin. Destnîşan kirin ku ev yeke pêşîvekirine, ji bo prosedurên hiqûqî yên ku ji hêla Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve têne xwestin pêk bê û komîsyon jî di vî warî de xebatên xwe pêşve bibe êdî ti astengî nema ne û derî bi temamî hatiye vekirin. Ev bi rastî jî girîng e; ne tiştekî ku ti kes bi hêsanî hêvî bike yan jî bi dest bixe bû. Rêber Apo bi hişmendî, îrade û biryardariya xwe ev pêvajo pêşxist û gavên pratîkî avêt. Wekî tevgerê partiya me, kadroyên partiyê û hêzên gerîla pêwîstiya vê bangê bê kêmanî bi cih anîn û bi cih tînin.

LI PÊŞIYA QONAXA DUYEMÎN TI ASTENGÎ NEMA NE

Yanî ev tê vê wateyê ku hişmendiyek heye, têgihîştinek heye. Wisa li ser daxwaza hin kesan an jî bi zorê çênabe. Têgihîştinek, stratejiyek tê bicîhanîn. Û wêrekî û biryardariya xwe datîne holê.
Rêber Apo vê yekê wekî gavên yekalî yên niyeta baş pênase kir. Qonaxa yekem a pêvajoyê jî bi vî rengî anî ziman. Li ser bingeha niyeta baş avêtina gavên yekalî… Wekî Rêbertî û Tevgerê me ev gav avêtin. Bi vî awayî, li pêşiya qonaxa duyemîn ti astengî nema ne.

Qonaxa yekem, afirandina rewşa pratîkî û leşkerî ya ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn bû. Ev tiştên hatin kirin bi temamî ev yek pêk anî. Gel jî têkoşiya. Di vê çarçoveyê de li parçeyên Kurdistanê jî têkoşîn heye. Ciwan û jin di çalakiyan de ne. Bi taybetî li Rojava, qismek li Bakur çalakî bi pêş dikevin.

Ji destpêka mehê ve Kurdên li derveyî welat tevî dostên xwe ji Londonê heta Kolnê, careke din wekî Rêbertî û Tevgerê helwesta Kurdan bi awayekî ku her kes dikare fêm bike nîşanî cîhanê dan. Hem bi coş, heyecan û biryardariya xwe û hem jî bi peyamên ku dan… Rêber Apo jî ji bo mitîng û meşan peyam şand. Ev jî pir têr û tije bû. Ji bo pêvajo rast were famkirin, nemaze ji bo diyarkirina erk û berpirsiyariyên mirovên li derveyî welêt îfadeyên dîrokî bûn. Ev yek coş û heyecan çêkir.
Bi vî rengî ji bo civakîbûna pêvajoyê, dîsa ji bo aliyê Kurdan pêvajoyê wekî têkoşîna demokratîk bigire dest û pêş bixe asteke girîng derxist holê. Ez helwesta bi biryar û bawer a ku gerîla danî holê silav dikim. Ez helwesta bi biryar a ku gelê me yên li derveyî welat û dostên me ji Londonê heta Kolnê li ser bingeha banga Rêber Apo û pêvajoya ku pêşxistiye danîne holê, li ser bingeha meşên London û Kolnê silav dikim û pîroz dikim.

Kesên beşdarî van çalakiyan bûn -wekî ku Rêber Apo aniye ziman- bi rastî jî di rewşeke ku pêşengiya pêvajoyê bikin de ne û peywireke dîrokî pêk tînin. Ji ber vê yekê ew timî silavkirinê heq dikin û ev bi rastî jî divê ev bê pêşxistin û berdewamkirin. Yanî ev pêvajoyek ne bêyî têkoşînê ye.

HETA KU ŞERTÊN RÊBER APO NEYÊN GUHERANDIN MA WÊ ALIYÊ KURD ÇAWA BIRÊVE BIBE?

Ji bilî vê çi hene? Em ne di wê rewşê de ne ku tiştekî pir nû bêjin. Agahiyên ku ji mere hatine, agahiyên dawî yên ji hevdîtina Rêber Apo bi malbata xwe û şandeya DEM Partiyê re kiribû ji me re hatine, nîşan dan ku derbarê rewşa Îmraliyê de guhertinek cuda çênebûye. Tecrîda li ser Rêber Apo berdewam dike. Wan ev yek eşkere anîn ziman. Gotin ku di rewşa Îmraliyê de ti guhertin çênebûye. Ev pir girîng e.

Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, şert û mercên kar û jiyana wî ber bi azadiyê ve neguhere, ma wê aliyê Kurd pêvajoyê çawa birêve bibe? Ma wê Rêber Apo çawa birêve bibe? Divê hin derfet û firsend hebin ku wan veguherînin têkoşînek ji bo demokrasiyê. Lê ew derbarê vê yekê de pir giran in. Hin ji wan helwesteke dijber nîşan didin. Piştre jî li bendê ne ku her tişt li gorî wan çêbibe. Wisa nabe.

Wekî din di xebata komîsyonê de jî tiştekî nû tineye. Hinekî hêvî dan. Ewqas civîn, nîqaş û danûstandin kirin. Bi rastî jî nêzîkatiyek siyasî nîşan daban, yanî li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û afirandina çarçoveyek nû ya hiqûqî danûstandin bikin, hewl daban raya giştî beralî bikin, hişyar bikin û yekîtî çêbikin, wê gavê ev nîqaş wê watedar bibûna.

Jixwe bêyî wê nabe. Bi pêvçûnê ev kar nameşe. Divê yekîtî bê avakirin. Lê tenê agahî tên
berhevkirin. Yanî navê pirgirêkê jî tam lê nakin. Wê çarçoveya hiqûqî çawa bê kirin wê jî destnîşan nakin. Tenê tê gotin, “Ew ê pêşkêşî Meclisê bikin.” Gelek derdor dibêjin, ji bilî vê AKP jixwe qanûnan amade dike. Yanî ew li benda xebata komîsyonê namîne. Bandora wê li ser wan tineye. Yanî xebata komîsyonek wisa bi rastî cihê xwe negirt. Hîn bi Rêber Apo re hevdîtin nekirine. Wê jî kirine pirsgirêk. Hefteya borî gotin, “Em ê hevdîtin bikin,” “Em ê hevdîtin nekin,” “Em ê civînê bikin û plana wê çêbikin” lê hate paşxistin. Niha hîn jî tê nîqaşkirin. Li hemberî tiştên ku me kirin, wekî yên berê hem lîdertiya MHP’ê û hem jî ya AKP’ê daxuyaniyên erênî dan. Kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ev pir baş e, lê wekî her carê evqas e. Pratîk tine ye. Tiştekî ku vê derbas bike û hewcedariyên pratîkî bicîh bîne, tine ye.

Bêhtir parçebûna aliyê desthilatdarê didome. Serokê Giştî yê AKP’ê, Serokkomar Tayyîp Erdogan hin tiştan dibêje, rêveberiya AKP’ê tiştekî din dibêje. Çapemeniya nêzîkî AKP’ê tam berevajî vê yekê dinivîse û dibêje. Yanî nêrînên cuda cuda hene. Ew tevliheviyê diafirînin. Di rastiyê de xumam dikin. Yanî me fam nekir.

Bi rastî jî Devlet Bahçelî gav avêt û berpirsiyarî girt ser xwe. Wî bi xwe jî ev yek anî ziman. Her kesî dixwest bi vî rengî şîrove bike. Lê gotinên wî di pratîkê de bi cih nayên. Tiştên ku AKP û rêveberiya wê jî dibêjin bi cih nayên. Gava ku wisa dibe ew gotin li hewa dimîne. Ev tiştên tên kirin di nava raya giştî wekî pêşketinên ku bandorek erênî dihêle û çavdêriyê diafirîne dimînin. Ew jî dibin şirîkê tiştên ku em dikin. Li şûna ku ji tiştên ku em dikin re dibêjin baş e û bibin şirîkê wê, divê ew bi xwe tiştan bikin, tiştên baş bikin û propagandaya wê bikin. Bila çalakiyên xwe li ser vê bingehê pêş bixin. Nirxê wê çênabe. Em vê dikin. Ne bi daxwaza kesî ye. Ne jî bi zorê tê kirin. Em her tiştî li gorî têgihîştin, teoriya xwe û stratejiya xwe dikin. Em van tiştan li ser bawerî û girêdana xwe ya bi azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin û gav davêjin.
Têkoşîna me ya berê jî ji bo vê bû. Ev girêdana bi nirxan re ye. Wê hişt ku şer bikin. Şer kir. Her kes dizane. Kes nikare înkar bike. Gelê Kurd, ciwan, jin ji bo îspatkirina hebûna xwe, teşhîrkirina zîhniyeta qirker, mêtinger û sîstemê, rastiyê derxin holê, maskeya derewan daxin xwarê, li Tirkiyeyê rastiya Kurd, li dora pirsgirêka Kurd ronakbiriyeke tam û nêrîneke rast derxin holê, ev 41 sal in bênavber şer meşandin e…

SIYASETA TIRKIYEYÊ EZMÛNEKE BAŞ NADE

Em di wê baweriyê de ne ku ev heta radeyeke girîng pêk hatine. Wekî pêvajoyeke nû; têgihîştin, têkoşîn û stratejiya me çi pêwîst bibîne, ji bo bi cihanîna wê bêyî ku li şert û merc binêrin, bêyî ku encamên wê çi bin ne çi bin, bi baweriya ku rastî ev e, bi biryardarî vê gavê davêjin Ev rewşeke eşkere ye. Lê bi rastî jî siyaseta Tirkiyeyê ezmûneke baş nade. Ev siyaset wê di demek nêzîk de hilweşe. Wê bê mehkûmkirin. Ez vê yekê vekirî tînim ziman. Wê berdewam neke, hilweşe û wê bê nehkûmkirin.

Wê çawa bê mehkûmkirin? Wê bibêjin MHP’ê got, nekarî bike. Wê bibêjin ewqas tişt di destê AKP’ê de bûn, her tişt bi desthilata xwe ve girê da. CHP dibêje “Ez partiya damezrîner a Komarê me.” Baş e, dema ku Komar hate damezrandin çawa bû û niha çawa ye? Taybetmendiyên serdema xwe ya ku hat avakirin, fam ne kiriye. Niha jî fam nekiriye. Bi desthilatdariyê re şerê desthilatê dimeşîne. Bernameyek demokratîk, tifaq û têkoşînê dananî holê. Yanî bernameya komara demokratîk dananî holê û li gorî pêdiviyên wê tevnegeriya.

Hin partî hene. Bi awayekî erênî nêzî vê pêvajoyê dibin. Mesela, partiyên mîna Gelecek û DEVA; ev erênî ne, lê di pratîkê de têr nakin.

Hîn jî li eniya siyaseta Tirkiyeyê gaveke nû tineye. Yanî tiştekî nû nehatiye kirin. Li ser mijarên pir teng û rûbirû nîqaşên tehrîk dikin hene. Lê şert û merc pir guncaw in.

Rêber Apo ev qonaxa duyemîn wiha pênase kir: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê gavên pêwîst ên hiqûqî bên avêtin; divê qanûnên entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê bên derxistin. Bala xwe bidinê, em ji bo xwe tiştekî naxwazin. Bi rastî em ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin. Wê civaka Tirkiyeyê ji Tirkiyeyeke demokratîk sûdê werbigire. Hin dibêjin, “Ew ji bo xwe vê û wê dixwazin.” Çi eleqeya wê pê heye? Em dixwazin Tirkiye demokratîk bibe. Rêya vê di azadiya Kurdan de derbas dibe. Em vê nabêjin. Mesut Yilmaz jî got, “Riya demokrasiyê ji Amed re derbas dibe.” Turgut Ozal jî got. Serokên meclisê di guhdarkirina komîsyonê de ev tişt gotin. Ev gotinên girîng bûn.

Lê guhertinek wisa çênebûye. Niha ji bo pêşxistin û bicîhanîna guhertinên ku ji hêla Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve têne xwestin, di têgihîştin û zihniyetê de gavên pêwîst nehatine avêtin. Hin gotinên bingehîn ên Devlet Bahçelî hene. Ew venaguherin polîtîkayên rojane û pêk nayên. Bi rastî, ew gotinên watedar in. Dema ku her yekê digirin dest, dibînin ku li ser bingeha wê gelek xebat heye ku bên kirin. Lê ew tenê di gotinê de dimînin. Ji bo ku ew di pratîkê de pêk bên ti liv û tevgerek tineye. Ji ber vê yekê, di derbasbûna qonaxa duyemîn û bicîhanîna hewcedariyên qonaxa duyemîn de pirsgirêkek heye. Hîn jî êş tê kişandin. Rêber Apo û em bi biryar in. Em dixebitin, yanî em têdikoşin. Divê her kes bikin û vê rewşê bibînin. Ev tê famkirin; pêşveçûna qonaxa duyemîn bi biryargirtina hin kesan wê pêk neyê. Ew ê bi civakîkirina pêvajoyê û têkoşîna civakê ji bo derbaskirina van astengiyan çêbibe. Ji ber vê yekê, ez bang li her kesî dikim ku pêvajoyê rast fam bikin û bi bandor têbikoşin.

NÊZÎKATIYÊN RANTXUR HEWL DIDIN PÊVAJOYÊ SABOTE BIKIN

Piştî banga 27’ê Sibatê, me bi gavên pratîkî yên ku me pêşxistin fam kir ku hem li hundir û hem jî li derveyî Tirkiyeyê derdoreke mezin ku ji pirsgirêka Kurd û pevçûna ku wê afirandiye rantxuriyê dikin hene. Bi rastî mirov vê yekê bi baş fam dike. Wisa xuyaye ku ev pirsgirêka ku dibijên pirsgirêka Kurd ji hêla van rantxuran ve ji bo ranta wê bixin hatiye afirandin. Ev sedsal e wisa ye. Hin kes ewqas ditirsiyan, ew dewletên mezin ditirsiyan. Ji ber ku sedsal e stratejiyên xwe li dora vê yekê ava kirine. Xwe bi vî awayî dane jiyandin. Rojhilata Navîn li ser bingeha pevçûna Kurdan mêtine.

Niha, dema ku ew bi rewşek wisa re rû bi rû dimînin wê rewşa bêpevçûnê çawa wan biguherîne? Ew ê çawa ji vê rewşê derkevin? Ew ê çawa ranta windabûyî telafî bikin? Ew di nava fikaran de ne.
Yên ku hewl didin pêvajoyê sabote bikin ev in. Binêre, me di bernameya dawî de behsa vê yekê kir; piştî wê me dît ku êrîşên rantxuran di her astê de zêde bû. Ji derve gelek daxuyanî hebûn. Yanî zext hîn jî berdewam dike. Li ser kursiya serokê meclisê, ji serokwekîla meclisê Pervîn Buldan re ti gotin nema nekirin. Kesî dengê xwe nekir. Lê Pervîn Buldan bersiva ku heq dikir da aliyê rantxur, êrîşkaran. Prîm neda wan. Bi rastî ji bilî wan kesan, mînak ew neketin komîsyonê. Partiyên din endam şandin komîsyonê. Bawer dikirin ku komîsyon wê vê pirsgirêkê çareser bike. Ger wisa bûya, divê hemûyan wê bêdeng bikirana. Lê ti kesî tiştek nekir. Heta hin kes di bin simbêlan de dikeniyan. Tê famkirin ku gelek raxtxur hene ku di navbera Kurdên azadîxwaz û demokrat de pevçûnê derxînin û jê sûd werbigirin. Di çapemeniyê de heye. Me destnîşan kir, li her derê hene.
Divê em niha van rantxuran baş fam bikin. Ev nêzîkatiya rantxur li dijî pêvajoyê ye, hewl dide ku wê sabote bike. Ew li her derê êrîşên provokatîf dikin. Ew tehrîk dikin. Di çapemeniyê de çi dibêjin, di hunerê de çi dibêjin, di siyasetê de çi dibêjin, ew li hundir çi dibêjin, ew li derve çi dibêjin? Ev dijminên Tirkiyeyê ne, dijminên Kurdan in, dijminên mirovahiyê ne, dijminên azadiyê ne. Divê em bi vî rengî lê binêrin.

PÊVAJO CIVAKÎ DIBE, LÊ GELEK LI BENDÊ DIMÎNIN

Li aliyê din gelek heye ku têdikoşe. Em vê dibînin. Jin û ciwanan çalakî lidar xistin. Xwedî li têkoşînê derdikevin. Ev yek bandorê li siyasetê jî dike. Di nava siyasetê de jî heye. Yanî yên ku baweriya xwe bi pêwîstiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tînin, baweriya xwe bi serketina wê tînin û di nava hewldana vê yekê de ne hene. Heta astekê fêhm kirine. Gav bi gav dikevin nava çalakiyê. Pêvajo civakî dibe. Çalakiyên jin û ciwanan ên dawî li Tirkiyeyê bû, li derveyî welat bûn. Pêvajoyê ber bi civakîbûnê ve dibe. Gelek rewşenbîr-hunermend jî ji bo vî aliyê meseleyê bang dikin: Li ser girîngiya siyasîbûna pêvajoyê. Beşeke bi vî rengî jî heye. Lê belê beşeke berfireh jî heye ku di navbera herdu aliyan de maye. Li bendê ne. Ew li ser pêvajoyê gotinên bi nakok bi kar tînin, xwe bêdeng dikin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye: Em li bendê bisekinin bê wê encameke çawa jê biafire. Li gorî wan eger pêwîstiyên Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi cih bêne anîn, demokratîkbûn pêk were em ê sûdê jê werbigirin. Nebe jî em ê li gorî wê tevbigerin. Yanî mejî û nêzîkatiyeke welê ya bendemayinê heye. Ev nêzîkatî weke ku pêvajoyê fêhm nake, xumamî dike.

Berê hinekî din zêede bû. Di nava derdora welatparêz de jî hebû. Lê belê bi çend hevdîtinên bi Rêber Apo re, daxuyaniyên hatin dayin re nêzîkatiya wan a li pêvajoyê, helwesta wan guherî.

Di nava me de jî ji aliyê fêhmkirina pêvajoyê ve lawazî hebû. Yanî em dikarin mikur bên. Em nîqaş dikin. Ji bo pêvajoyê rast fêhm bikin û pêwîstiyên wê bi cih bînin, ji Kongreyê û vir ve di nava şeş mehên derbasbûyî de em timî nîqaş dikin. Di nîqaşan de jî em gihîştin encamên girîng. Ji aliyê fêhmkirina pêvajoyê ve me xusûsên şênber diyar kir.

JI BILÎ SERKETINA VÊ PÊVAJOYÊ PAŞEROJEKE DIN NÎNE

Beriya her tiştî em vê yekê bibêjin: Ev pêvajo yek ji gelek rêyên alternatîf nîne. Ev pêvajo nebe nabe. Ji bilî serketina vê pêvajoyê paşerojeke din a azad û demokratîk ji bo Kurdan, ji bo Tirkiyeyê nîne. Rêber Apo jî anî ziman. Di van nîqaşan de me jî baştir fêhm kir bê ev yek tê çi wateyê: Ya ku ev pêvajo bi xwe re bîne aştî û demokratîkbûn e; li ser vê bingehê qebûlkirina hebûna Kurdan û demokrasî ye. Rewşeke berevajî jî felaket e. Yanî windakirineke mezin e. Niha ji aliyê fêhmkirina vê rastiyê ve kêmasî, lawazî hene. Rewşeke welê heye ku partiyên siyasî jî, derdorên desthilatdariyê jî vê fêhm nake, yan jî ji bo berjewendiyên teng ên desthilatdariya van rastiyên dîrokî dinixumînin. Li nava heman derdorên din ên di navberê de mane jî ev yek nayê dîtin.

Weke ku em vê yekê ji bo xwe dixwazin fêhm dikin. Em bidin an nedin? Em vî tiştî bidin Kurdan an nedin? Em bidin PKK’ê yan nedin? Yanî em demokratîkbûna Tirkiyeyê diwazin. Li vê Tirkiyeya demokratîk ne tenê em ê hebin. Civaka Tirkiye bi temamî wê hebe. Lewma em ji kesî tiştekî naxwazin. Her wiha em tengav jî nebûne û nabêjin bila hema tiştek bibe. Yên ku welê fêhm dike jî şaş in. Ti rastiyek nedîtine.

Em xeteriyê dibînin. Rêber Apo ev xeterî dît. Dît ku Tirkiye eger demokratîk nebe, ev pêvajo bi ser nekeve wê çi bê serê Tirkiyeyê. Vaye tê dîtin bê Xeze xistin çi halî. Lubnanê lihevkirin qebûl kir. Sibe wê li Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî ferz bikin. Berê mî me got, wê her tişt li Qibrisê biqewime. Gelek derdoran gotin, ‘Ev tê çi wateyê?’ Ev tê vê wateyê: Tirkiye di nava rêveçûneke rehet û hêsan de nîne. Weke encama Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Duyemîn û Sêyemîn wê li Tirkiyeyê bixin. Ji ber ku Tirkiye bi vî rengî ji nava Şerê Cîhanê yê Yekemîn derneket. Sîstema ku ew gelekî diecibînin, xwe lê girtine û qebûl kirine ku di nav de bimeşin, wan qebûl nake. Di nava vê sîstemê de cih ji Tirkiyeyê re nîne.

Binihêrin, li deverên cuda yên Rojhilata Navîn û cîhanê, hemû bûyerên li ser bingeha hebûna Yekîtiya Sowyetan derketin holê hatin guhertin. Li gorî berjewendiyên sermayeya di ser neteweyan re, li gorî berjewendiyên modernîteya kapîtalîst jinûve hatin dîzaynkirin. Dewleta destpêkê ya ku li gorî Yekîtiya Sowyetan ava bû, dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Ev Tirkiyeya heyî ye. Pirsgirêka Kurd jî bi vî rengî hate afirandin.

CHP’yî ji xwe re dibêjin, ‘Em partiya damezrîner a komarê ne’. Partiya damezrîner çawa ava bû? Ew partiya ku komar ava kir, kîjan siyaset meşand? Şert û merc çi bûn? Gelo heman şert û merc niha hene? Tu radibe heman tiştî dubare dike. Halbûkî li holê tiştek nemaye.

Em naxwazin kesî bitirsînin. Her wiha em tiştekî ji kesî jî hêvî nakin, naxwazin jî. Lê belê em naxwazin Kurd û Tirkiye bi felaketekê re rû bi rû bimînin. Yanî em naxwazin encamên giran derkevin holê. Ji xwe sed sal in, sed û pêncî sal in ev yek bi serê wan ve hat. Bila ji vê yekê rizgar bibin.

Ji bo Tirkiye li hemberî van bûyeran bi xurtî bisekine, li ser piyan bisekine tenê rêyek heye: Azadiya Kurdan, demokratîkbûna Tirkiyeyê. Serketina Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ye. Ev yek tercîhek nîne. Ev yek mecbûriyetek e. Ji bo paşeroja demokratîk mecbûriyet e. Ji vê wêdetir felaket e. Komikeke şer û nakokiyan e ku dawiya wê nediyar e. Gelo gelekî zehmet e ku ev bê dîtin û fêhmkirin? Bila hinekî çavê xwe vekin, serê xwe bixebitînin. Korbûneke di vê astê de gelekî zêde ye. Pêvajo pêvajoyeke bi vî rengî ye.

JI BO SERKETINA PÊVAJOYÊ ÇI PÊWÎST BE EM Ê WÊ BIKIN

Mebesta min ji vê vegotinê çi ye? Yanî ev pêvajo pêvajoyeke tercîhê nîne. “Ev nebe em ê ya din tercîh bikin, nîne”. Na. Yek pêvajo ye. Ya wê bi ser bikeve ya wê bi ser bikeve. Eger bi ser nekeve wê felaket bibe. Ji ber vê yekê em di vê mijarê de bi biryar in. Ji bo serketina pêvajoyê jî çi pêwîst be em ê wê bikin. Em ê bi her awayî têkoşînê bimeşînin. Êdî veger nîne. Yên ku li benda vegerê ne, xewn û xeyalan dibînin. Wê li neyîniyeke mezin rast bên.

Yên ku dibêjin, ‘Em bisekinin, li bendê bimînin, wê bibe yan nebe, li gorî wê em ê aliyê xwe diyar bikin. Eger li ya berê vegere em ê jî bibin alîgirê ya berê’ û disekinin, wê gelekî winda bikin. Rantxur, belê bi dijminane êriş dikin. Yên têdikoşin, yên pêvajoyê fêhm dikin wê bi ser bikevin. Paşeroj wê ji aliyê wan ve bê afirandin. Lê belê eger yên ku dibêjin ‘Em li bendê bisekinin û bibînin’ helwesta xwe neguherînin, eger tevkariyê li serketina vê pêvajoyê nekin, wê bibin afirînerên felaketê. Piştî wê demê wê gotineke kesî nemîne ku bibêje. Wê nikaribe bibêje ‘Binihêrin bi ser neketin’. Ji ber ku wan bi xwe wê asteng kiribin. Guneh wê di stuyê wan de be.
Lewma ez careke din dibêjim. Yanî em li gorî feraseta xwe ji demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji çareseriya azadiya pirsgirêka Kurd, ji çareseriya entegrasyona demokratîk, ji banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo bawer dikin, ji ber ku em vê yekê rast dibînin pêwîstiyên wê bi cih tînin. Li ser vê bingehê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Bêguman em ê vê pêvajoyê bi ser bixînin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê bi ser bikeve. Wê bi ser bikeve. Em ê bi ser bixînin. Kî çi dike bila bike.

Pêvajo ne pêvajoyeke sekinî ye, statîk nîne. Pêvajoyeke muzakere û bazariyê nîne. Rêber Apo gelek caran anî ziman. Me jî anî ziman. Lê belê ev yek bi temamî nehate fêhmkirin, nehate birêxistinkirin û pêwîstiyên wê bi cih nehate anîn. Pêvajo pêvajoyeke têkoşînê ye. Ji ber xwe ve nabe, bi peymanan nabe. Kesek wê tiştekî nede kesî. Wê bi têkoşînê bê bidestxistin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoya têkoşîna siyasî demokratîk e. Tu yê vê têkoşînê bi rêxistin bike, bi pêş ve bibe û bi ser bikeve. Ji bilî meşandina têkoşînê bi vî rengî û ji bilî serketinê çareyeke din nîne.

Wê demê vî tiştî dide, vî tiştî nabe, ev gavê diavêje, ev navêje. Hinek radibe dibêje; PKK gavê diavêje, hinek navêje. Belê, biavêje wê kiribe. Ew ê bi ser bikeve yanî. Yê li bendê bisekine wê bi ser nekeve. Eger gavê neavêje divê mirov gavê bidina vêtin. Rêber Apo got: Eger civak xwedî li pêvajoyê derkeve, têbikoşe wê yên karibe gavê bi hêzên gavê neavêje bide avêtin. Bi taybetî jin, ciwan, gelê me, gelên Tirkiyeyê û hêzên sosyalîst divê vê rastiyê baş bibînin. Bi têkoşînê dikarin gavê bidin avêtin. Têkoşîn pêwîst e. Ji bo vê jî divê mirov xwedî li pêvajoyê derkevin. Pêwîstiyên pêvajoyê hîn bêhtir bi rêxistin bikin. Rêber Apo got, ‘Pêvajoya civaka demokratîk’. Divê em rêxistiniya civaka demokratîk li her derê bikin. Ji bo birêxistinkirinê jî seferber bibin. Mal bi mal, mirov bi mirov, ne tenê li nava derdorên têne naskirin, lê li her derê bi du qatî çalakî bêne kirin, propaganda û karê rêxistiniyê bi du qatî, bi sê qadî divê bê zêdekirin, ev yek li Kurdistanê, li Tirkiyeyê bê belavkirin, hejmara demokrat û welatparêzan bê zêdekirin. Divê em pêvajoyê weke rastiyeke têkoşînê û rêxistiniyeke bi vî rengî bibînin. Di çalakiyên dawî de işaret bi vê yekê tê kirin, ber bi vî alî ve diçe. Lewma em dibêjin: Civakê dest bi fêhmkirinê kiriye, hîn bêhtir xwedî li pêvajoyê derdikeve. Civakîbûna pêvajoyê bi vî rengî pêk tê. Dema ku ev pêk hat, hingî qonaxa duyemîn dikare destpê bike. Bi çalakiyên civakê derbasbûn li qonaxa duyemî dikare bibe. Ji nîqaşên li ser bendewariya ji hinekan, divê mirov bi têkoşînê vê yekê pêk bînin.

Dewam dike…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Desetaya Ciwan û Werzîşê ya Dêra Zorê Perwerdehiyek Sê Rojî Ji Bo Endamên Komîteyê Lidar Xist

Nivîsa Pêş

HPG NRÇ: Bûn temîneta pêşeroja me ya azad

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG NRÇ: Bûn temîneta pêşeroja me ya azad

HPG NRÇ: Bûn temîneta pêşeroja me ya azad

Tûrnûvaya Şehîd Çîya Rîzgar bi coşekî mezin bi dawi bû

Tûrnûvaya Şehîd Çîya Rîzgar bi coşekî mezin bi dawi bû

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.