Dêra Zorê – Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêra Zorê bernameyek perwerdehiyê ya sê rojî ji bo endamên Komîteya Federasyona Werzîşê lidar xist.
Pênc endamên ji komîteyên saziyê beşdarî perwerdeyê bûn. Bername dersên teorîk, nîqaşên komî û sepandinên pratîkî dihewîne. Beşdaran li ser zexmetiyên ku li cîhê kar têne dîtin, rêbazên tekilî yên bi bandor bi werzîşvanên ciwan re fêr bûn.
Perwerdehiyê pêkhateyên teorîk û pratîkî li hev kir da ku çareseriyên pratîkî ji bo kar û xebat û rewşa aborî ya ciwanên ku di werzîşê de beşdar dibin peyda bike.
Endamên Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêra Zorê diyar kirin ku perwerdehiyek wusa dê rola ciwanan di werzîşê de bi zêdekirina kapasîteya xebatê ya komîteyan xurt bike.


