HESEKE – Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Hesekê, ji bo jinên ciwan ên Kargeha Reşo semînerek li derbarê roja têkoşîna li dijî şîdetê li ser jinê li dar xist.
Di serî de ji bo bîranîna jinên têkoşer ên şehîd û tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan axaftinekî hat kirin. Di axaftin de bal hat kişandin li ser rola jinên ciwan di tekoşîna li dijî şîdeta li ser jin û li dijî hişmendiya serdest.
Semînerê bi temaşekirina sînevîzyonek li ser dîroka vê rojê berdewam kir. Çalakî bi siloga “Jin,jiyan, azadî” bi dawî bû.



