NAVENDA NÛÇEYAN – Têkilîya malbatê bi Nêçîrvan Mistefa Îbrahîm (22 salî), dema wî li bajarê Amûdê de ber bi bajarê Sermada yê Îdlibê ve diçe, kut dibe.
Îbrahîm li firoşgeha otomobîlan a “Rêzan” li gundê Cewheriye yê rojavayê Amûdê dixebitî. Nêçîrvan demkî li cem xizmekî xwe li bajarê Hesekê dima.
Li gorî malbata wî, Nêçîrvan roja Çarşemê (5ê Mijdarê) derdora saet 3:00ê sibehê ji malê derketiye û revandina xwe di heman rojê de derdora saet 8:00ê sibehê ji aliyê êrîşkarên nenas ve ji malbata xwe re ragihandiye.
Malbatê diyar kir ku herî dawî hatiye ragihandin ku kurê wan li navçeya El-Suhneh a Humsê ye û wan tu agahiyên din negirtiye.
Malbatê bûyer ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re jî ragihandiye.



