KOLN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Messe Deutz a Kolnê, cihe ku meşa mezin were lidarxistin, pankartek bi wêneyê Rêber APO û nivîsa “Freiheit für Öcalan” (Azadî ji bo Öcalan) daliqand. Calakvanan bi fîşekên hewayî bal ser pankarte kişandin.
Her wiha ciwanan bi daliqandina afîşan li qadê û belavkirina belavokan her kes vexwendin meşa mezin a 8ê Mijdarê.


