MEXMÛR – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî, Mexmûr, Çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin, didome.
Yekîtiya Xwendevanên Azad YXA nobetê dewr girtin û haya mehekî çalakîya nobetê bidomînîn.
Di bernameya nobetê ya xwendekarên de perwerde û semîner ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, nîqaş meşandina ser peyamên Rêber APO cih girtin. Armanca bernameya perwerdeyê xurtkirina û pêşxistina rêxistinkirina ciwanan û civakê bi tarzên afrîner.
Herwiha di bernameya nobetê de beşa çandî û hûnerî ji bo bilindkirna moralê hat organîze kirin.


