HELEB – Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Hogir a 4’emîn bi dirûşma “Ji qadên werzîşê heta fezayên zanist û hunerê. Bi ruhê xwendekarên afrîner civaka demokratîk ava bikin” li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest pê kir. Bernameya Festîvalê sibeh bi hunerî û çandî bidome.
Festîval ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a Sûriyeyê ve ji bo bîranîna Şehîd Hogir hatiye organîzekirin.
Hejmarek ji xwendekarên zanîngeh, peymangeh, şênî, endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclis û komînan beşdar bûn.
Axaftina destpêkê ya festîvalê li ser Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê Şiyar Reşo ve hat kirin û tê de hat destnîşan kirin ku di pêvajoya şer de lidarxistina festîvalê de pir bi wate ye.
Piştî axaftin lîstikên futbol, voleybol, pîngpong hat lîstin.
Li gorî Yekitiya Xwendekarên Demokratîkfestîlvalê festîval sibe bi çalakiyên hunerî û çandî bi dawî dibe.


