NAVENDA NÛÇEYAN – Di bin dirûşma “Jin Jiyan Azadîde wê mafê hêviyê pêk bîne” de Kongra Star li Hesekê ji bo mafê hêviyê û azadiya fizîkî ya ji Rêber APO, meşek li dar xist.
Di meşê de saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin, tenduristî û partiyên siyasî ji Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hol, Şedadê, kampa Serêkaniyê û Waşokanî amade bûn. Meşvanan alên Kongra Star, wêneyên Rêber APO û pankartên bi nivîsa “Jin Jiyan Azadî wê mafê hêviyê pêk bîne” hilgirtin. Meşê ji çerxeriya Sînalko dest pê kir û li ber parka Rêber APO ya li taxa Nasra veguherî mitîngê.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên tekez kir ku azadiya Rêber APO çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em jin rexnedayîna xwe didin. Di vê demê de erk û berpirsiyariya me ew e ku jin vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Divê her kes peyama rêbertiyê baş fam bike. Nameya Rêber APO ya aştî û civaka demokratîk sembola yekîtî û hêzê ye.”
Meş bi dirûşma “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.


