NAVENDA NÛÇEYAN- Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê di navbera 20-26’ê Cotmehê de Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê li dar dixe. Pêşangehê duh saet di 11.00’an de li Parka Azadî dest pê kir.
51 weşanxane, kovar, navend, nivîskar, komele û pirtûkxaneyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam, Dera, Lazqiyê, Lubnan, Heleb, Belçîka, Başûrê Kurdistanê-Iraqê, Bakurê Kurdistanê, Sûriyeyê beşdarî pêşangehê bûne.
Her wiha 30 sazî û nivîskar û bi hezar û 314 pirtûkên nû ku di 2025’an de hatine çapkirin, beşdarî pêşangehê bûne.
Hejmara berhemên nû yên weşanxaneyên beşdarî pêşangehê bûne, wiha ye:
Saziya Zimanê Kurdî (SZK): 5
Pirtûkxaneya Amara: 200
Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî: 400
Weşanxaneya Mezopotamya: 20
Pirtûkxaneya Rona (zarok): 30
Pirtûkxaneya Emanî: 20 pirtûk
Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê: 6
Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê: 10
Kovara Şermola: 1
Kovara Mizgîn: 7
Weşanên Zanîngeha Kobaniyê: 12
Navenda Feratê ya Lêkolînan: 13
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk: 3
Nivîskar Ebas Îsmaîl: 3
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK): 9
Weşanxaneya Ava: 8
Weşanên Şilêrê: 74
Weşanxaneya El Lîbraliyayê: 104
Komîteya Çandî ya Ermenî: 75
Kovara El Şerq El Ewset: 67
Pirtûkxaneya Manîsa: 30
Weşanên Akademiya Jineolojiyê: 1
Weşanxaneya El Tenewî El Seqafî: 46
Kampanyaya Erebî ya Çapemeniyê-Lubnan: 170
WEŞANXANEYÊN HATINE ASTENGKIRIN
Weşanxaneya El Hiwar, Weşanxaneya El Tekwîn, Weşanxaneya Ugarit, Weşanxaneya Esrîya, Weşanxaneya Ela Eldîn, Weşanxaneya Nûr Horan ên Şam, Heleb, Lazqiyê, Lubnan û Derayê ku bi berhemên xwe yên kevn beşdarî pêşangehê bûne, xwest berhemên xwe yên 2025’an jî bînin pêşangehê. Lê hikumeta veguhêz astengî çêkirin û nehişt pirtûk derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin.
25 pirtûkên Weşanxaneya El Hiwar, 72 yên Weşanxaneya El Tekwîn, 25 ên Weşanxaneya Ugarit, 210 ên Weşanxaneya Esrîya – Lubnan, 175 ên Weşanxaneya Ela Eldîn, 300 ên Weşanxaneya Nûr Horan li Helebê hatin astengkirin.



