MEXMÛR- Li wargeha Ş. Rûstem Cûdî ya Mexmûr jibo 3 pêşeng û fermandarên ciwanan Ronî Baz Tovî, Çîya Rizgar û Rohat Rover li Sazîya Malbatê Şehîdan bi péşengtîya Tevgera Ciwanên Mexmûr û Meclîsa Jinên Ciwan ê Mexmûr bîranîn hate lidarxistin. Bi dehan Ciwan û jinên ciwan è wargehê tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi yek dekke rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê dest pêkir.
Di bîranînêde endamê TCM Serdar Spêrtî behsa girîngîya bîranîna şehîdan kir û behsa mîrateya şehidan kû berpirsyarîyê dide li ser milê ciwana kir û got; “Em bi saya şehîdên qehreman dikarin bi zimanê xwe û çanda xwe jîyan bikin. Pêş Tevgera Apoyî çi kesî nediwêrî behsa nasnameya xweyî Kurdbûnê dahî bike. Lê belê bi saya şehîdèn qehreman, dijminê gelê me ê herî mezin dahî îro çand, ziman û nasnameya me nas dike. Ji bo wî pêwîste em hertim bi şehîdèn xwe re jîyan bikin û bi bîrbînin. Em va ya ji bîr nekin, Rêber Apo got, “ji bîr kirin îxanet e”. Pêwîste em jî li ser vî esasî tevbigerin.”
Di heman demî Nudem Yaman jî li ser jîyan, tekoşîn û qehremantîya şehîdan axivî û got; “Jyan, tekoşîn û qehremantîya şehîdan ji bo me bersiva pirsa çawa jîyan bikin e. Şehîdên Tevgera Apoyî çawa xwedî li jîyana bi rûmet derdikevin divê oxirî de bê hesap berbi şehadetê ve diçin ji bo me berpisyarîya kû emê çawa tevbigerin nîşanî me dide. Heman demê bi dilnizmî û sade jîyankirin û rêhevaltî kirin ya şehîdan ji bo me numuneya jîyan û rêhevaltîyèye.”
Piştî axaftina sînevîzyona kû hatibû amedekirin ji alîyè ciwanan ve hate temaşekirin û bîranîn bi dirûşmeyên Şehîd Namirin û Bijî Serok Apo bi dawî bû.


