AMED – Li Zanîngeha Dîcle ya Amedê ji bo Rojîn Kabaîş meşek girseyî hate lidarxistin. Meşvan ji Fakulteya Zanistê ber bi Fakulteya Perwerdehiyê ve meşiyan.
Gelek ciwan beşdarî meşê bûn û pankartên bi nivîsa “Rojîn’ê xwe nekuştî yê. Ew hatiye kuştin” vekirin.
Girseyê pankartên bi nivîsa “jin jiyana azadî”, û “ATK sûcdaran eşkere bike” hilgirtin. Ciwanan dirûşmeyên wekî “Ev xwekuştin nîne, ev kuştin e”, “jin jiyana azadî”, “Edalet ji bo Rojin, edalet ji bo hemûyan”, “Rektor, hesab bide” û “Ciwan dê kujeran hesab bidin” qîr kirin.


