KOBANÊ – Roja 2’emîn a 6’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir bi satranc li Stadyûma Şehîd Bawer Agir berdewam dike.
Di aktîvîteya yekemîn a roja duyemîn de, pêşbîrkên bazdan û bîsîkletê hatin lidarxistin.
Pêşbirk li Qada Jina Azad destpêkir û li Qada Saetê bi dawî bû.
Festîval li Stadyûma Şehîd Bawer Agir bi satranc û werzîşê berdewam bû.
Niha li Navenda Çand û Hûner a Baqî Xido şano tê pêşkêşkirin. Saet 2 wê li Lîstokgeha Şehîd Mahsûm Îbrahîm turnoveya voleyvol destpê bike. Saet 4 jî li Stadyûma Şehîd Bawer Agir wê turnoveya fûtbol destpê bike û wê Nadya Kobanê û Nadya Serdem a Cizîrê li dijî hev bilîzin. Saet 7 wê bernameya çandî destpê bike.








