Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Karayilan: Ronî Baz Gever ji bo ciwanên Kurd mînak û hêvî ye

Edîtor: Nucan Serdoz
10/10/2025 - 13:30
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 14 mins read
A A
Karayilan: Ronî Baz Gever ji bo ciwanên Kurd mînak û hêvî ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Mûrat Karayilan got, “Ronî ciwanek bû ku di şexsê xwe de şoreş afirand; bi felsefeya Rêber Apo xwe nû kir û ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya” û destnîşan kir ku bû semboleke berxwedan û hêviyê.

Mûrat Karayilan ji çiyayên Kurdistanê têkildarî Ronî Baz Gever (Cûmhûr Korkmaz) axivî ku 10’ê Tîrmeha 2023’an şehîd bû û bi berfirehî qala têkoşîn û kesayetiya wî kir. Karayilan anî ziman ku Ronî Baz Gever li gel temenê xwe yê ciwan di xeta Apoyî de xwe kûr kir û ji bo ciwanên Kurdistanê bû hêvî û çavkaniya pêşengiyê.

Nirxandin û vegotina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:

“Heval Ronî Baz (Cûmhûr Korkmaz) hevalekî me yê ciwan e ku li ser hîmê welatparêziya gelê me yê Geverê mezin bûye û wisa tevlî nava refên me bûye. Heval hîna di temenek biçûk de tevgerê nas dike, ji ber malbat jî welatparêz e, heval Ronî jî tevgerê zû nas dike û di serdema dibistana amadeyî de beşdarî xebatên ciwanan dibe. Piştre diçe zanîngeha Stenbolê û li wir dixwîne. Dema zanîngeha Stenbolê dixwîne, pê re hesab dayîn û standin çêdibe. Berê jî, li gorî ew dibêje hestek wiha pê re çêdibe, lê bi ser nakeve. Lê dema diçe Stenbolê di salên destpêkê yên zanîngehê de di nava xebatên welatparêziyê de cih digire, lê bi xwe re dikeve danûstandinan. Temaşe dike ku wisa nabe, yanî wek ciwanek Kurd naxwaze wisa were mezaxtin, ango naxwaze weke kole bijî. Ciwanekî azad ê Kurdistanê divê tenê bi xwendina zanîngehê re sînordar nebe, wisa difikire û di sala 2007’an de wê demê tevgera me pêngava ‘Êdî bes e’ ji bo azadiya Rêber Apo pêş xist. Pêngaveke wisa gelêrî di nava gel de, mîna serhildanê hate pêşxistin. Hevalê Ronî jî di wê serdemê de xwe mîsoger dike, yanî biryara xwe dide. Bi xwe dixwîne, parêznameyên Rêbertî dixwîne, dişopîne. Li Stenbolê bi çavekî objektîf li rewşa civaka Kurd dinêre. Di rapora xwe de jî wisa anî ziman. Yanî bi vî rengî cihê xwe di nava refên şoreşê de dibîne. Wisa biryar dide û tevlî dibe.

Dema tevlî dibe, piştî perwerdeyê rêxistina ciwanan car din ji bo metrepolan û Bakurê Kurdistanê erkdar dike. Yanî weke HPG na, weke endamekî Komalên Ciwan tê erkdarkirin. Di vê xebatê de gelek hewldanên xwe hene. Yanî hewldanên wisa ku dixwaze encam bigire û ji ber sekna xwe ya bi biryar û bi pîvan, di wan xebatan de derdikeve pêş. Ev yek bala dijmin jî dikêşe, yanî bala polîsan jî dikêşe. Lewma sê caran tê girtin. Du caran berdidin, ji ber ku tiştek li ser îspat nabe. Lê cara sêyan dema tê girtin, sê salan li girtîgehê dimîne û dema li girtîgehê jî erk dimeşîne. Yanî ji bo berxwedana li hundirê girtîgehê û berhevkirina karê rêxistinî, erk dimeşîne. Jixwe di lêpirsînên polîsan de, şopdariya Elî Çîçekan dike. Tiştekê nade destê polîsan. Li ber xwe dide, bi helwestê xwe yê berxwedanî wisa derdikeve pêş. Lewma zêde nikarin biryara hukmekî dirêj li ser bidin, sê salan dimîne û derdikeve.

Dema derdikeve yekser car din tê çiya. Lê belê wê çaxê planek nû heye. Ji bo Komalên Ciwan saziyek nû çêdibe. Lewma pêwîstî bi ciwanên tecrube çêdibe, car din heval Ronî jî wê çaxê ji bo Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tê erkdarkirin. Dîsa vedigere, yanî sala 2012’an car din vedigere. Zêde li çiyê namîne. Perwerde dibîne û vedigere. Ev yek heya 2014’an wisa dewam dike. Di sala 2014’an de demekê li ser Colemêrg û Geverê jî disekine. Lê di xebata Bakurê Kurdistanê û metrepolan de, herî dawî digihije asta berpirsyariya giştî, ango dibe koordîneya giştî. Di wê astê de erk dimeşîne. Wisa rolek pêşeng dilîze. Di dawiya 2014’an de tê dibistana ocaxa PKK’ê ya Sakîne Cansiz. Li wir perwerdeyek hîn bilindtir dibîne. Li wir hîn zêdetir dahûrandinên xwe pêş dixe. Wisa hîn zêdetir xwe li gorî xeta Rêber Apo pêş dixe. Piştî wê perwerdeyê formasyoneke hîn xurttir bi dest dixe û êdî beşdarî xebatên giştî yên Komalên Ciwan ên Kurdistanê dibe, li her parçeyan û di rêveberiyê de cih digire. Piştre di wir de jî car din dibe koordîne, ango berpirsyariya giştî. Hevalekî wisa cihê ku diçûyê bi xebatên xwe, bi sekna xwe, bi nêzîkatiya xwe, bi şîroveyên xwe, bi rêgezên xwe pêşiya xwe vedike. Lewma dibe berpirsyarê giştî yê Tevgera Ciwanên Kurdistanê. Beşdarî civînên PKK’ê dibe. Her sê mehan carekê, yan jî dem bi dem dema civînên Komîteya Rêveberiya PKK’ê çêdibû, hevalê Ronî jî beşdar dibû. Yanî ez dizanim ji sala 2016’an û şûnde heval Ronî jî beşdarî hemû civînên Komîteya Rêveberiya PKK’ê dibû. Yanî wek hevalek ciwan, bi rastî pir bi berpirsyar nêz dibû. Bi nîqaş, dîtin, weke temsîla tevgera ciwanan, bi nêzbûnên xwe yên bi pîvan ji bo civînê jî dibû hêvî.

Heval Ronî weke fermî ne endamê Komîteya Navendî bû, lê belê weke pratîkî xebatên Komîteya Navendî dimeşand. Ji ber ciwantiya xwe bêguman wisa di her mijarê de xwedî tecrube nebû, lê di warê teorîk de xwe pêş xistibû. Dixwend, rewşenbîr bû, bi çavekî vekirî dikarî li dinyayê, welêt û heqîqetê binêre. Ciwanekî Apoyî û bi biryar bû, xwedî sekin bû. Tişta herî girîng, xwe lêpirsîn dikir, xwe rexne dikir. Li gorî fikir û ramanên Rêber Apo xwe li ber çavan re derbas dikir. Di platforman de rexnedayîna xwe dida. Di nava lêgerînê de bû, ango ez ê çawa xwe bigihînim rêhevaltiya tam, çawa xwe temam bikim. Nedigot, ev kesên derdorên min bi temen in, xwedî tecrube ne û bi cesaret dikarî biaxive û nêrînên xwe bide. Piraniya nêrînên wî objektîf bûn. Yanî ciwanekî wisa hem bi Kurdewariya xwe, hem bi seknên xwe yên şoreşgerî û azadiyê, bi nêzbûna xwe ya li hember jina azad, çawa li hemberî zilamê serdest têkoşînê bimeşîne, di xwe de çareseriyek çawa pêş bixe, çawa bi jin re rêhevaltiyek rast bike, yanî bi vî rengî xwe lêpirsîn dikir. Mirov dikare bêje ku demek kurt xwe pêş xist. Di warê jiyanî, fikrî û performansa rêxistinî de astek qezenc kiribû. Hevalê Ronî hevalekî wisa bû. Wek cewherek bû, hêviya pêşerojê dida. Bi sekna xwe, bi nêzbûnên xwe yên rêzdar, bi hezkirina xwe ya rêhevaltiyê, bi dilsoziya bi nirxan û xeta Rêber Apo re, xwe kiribû parçeyekî tevgerê. Bê guman dem kurt wisa xwe çareserkirin, ne tiştekî ji rêzê ye.

Bi rastî jî sekna heval Ronî jî wisa ne sekneke ji rêzê bû. Yanî xortekî wisa ciwan, ronakbîr, her tiştê dikare mukayese bike, danûstandinê çêbike, erênî û nerênî ji hev cuda bike û wisa şîroveyên objektîf bike, bi wê kurmanciya xwe ya zelal, her wiha di axaftina bi Kurdî û Tirkî de serwer bû. Di xeta Rêber Apo de xwe kûr kiribû, ji bo wate dayîna jiyanê û di kûrbûna felsefeyê de gihiştibû astekê. Hevalekî xwedî berpirsyar bû. Jixwe berpirsyarê giştî yê tevgera ciwanan bû, lê di her mijarê de xwe berpirsyar didît. Yanî xemdar bû, kesekî bêxem nebû. Dema pirsgirêkek di nava rêxistinê de heba, ew pirsgirêk weke pirsgirêka xwe jî didît. Divê mirov çawa vê çareser bike, yanî nedigot, ‘ez ciwan im hevalên zane hene bila ew çareser bikin’. Wî bi xwe jî fikir ava dikir, nîqaş dimeşand. Divê hemû ciwan wisa bin. Niha pêwîstî heye ciwanên Kurd zû pêş bikevin, wekî me hêdî hêdî na, em yên destpêkê bûn, yanî weke tê xwestin me Serokatî temam nekir, di aliyê ku em bi tempoya Serokatî re bimeşin de, gelek kêmasiyên me hene.

Rastî gelek kêmasiyên me hene. Lê belê ew weke destpêkê bû. Lê belê niha pêşiya hemû hevalên ciwan hatiye vekirin. Yanî rê hatine vekirin. Ji ber wê jî ne hewce ye ku wisa bi salan li dora hev bigerin. Na, ne hewce ye. Ger mînaka heval Ronî esas bigirin wê bikaribin di demeke kurt de pêş bikevin. Dikarin di asta herî jor de rola xwe bilîzin. Heval Ronî jî hatibû wê astê. Yanî dikaribû di astên herî jor de rola xwe bilîze. Li her derê li hemberî pirsgirêkên îdeolojîk, rêxistinî û giştî di kesayeta xwe de astek ava kiribû. Rast e dibe ku di warê leşkerî de zêde tecrûbeyên wî nebûn ku sedema vê yekê jî ew e ku tim di nava tevgera ciwanan de bû. Yanî ji bo wan yekan bi rastî jî weke mînakekê ye. Dibe ku gelek mînakên din hebin lê belê ji bo ciwanan mînaka herî dawîn û zindî heval Ronî Gever e. Paşnavê Baz Gever li xwe kiriye lê belê car caran jê re digotin Ronî Gever. Hemû hevalên ji Dersim û Geverê navên cuda li xwe kirin lê belê navên herêma xwe li paşnavê xwe kirine. Tiştekî wisa heye. Yanî heval Ronî jî wisa di kesayeta xwe de şoreşek ava kiribû. Ya esas ev e. Yanî mirov cesaret bike û di kesayeta xwe de vê yekê pêk bîne. Bikaribî girêdayî felsefeya Apogeriyê di kesayeta xwe de şoreş û nûbûnê ava bikî û xwe nûjen bikî. Aha, Ronî jî ev yek kiribû. Ji ber vê yekê jî erê, ciwan bû lê belê dikarî di asta her kesî de çaresiyan pêş bixe û rola xwe bilîze. Yanî ev ast li gel hebû. Ji ber ku ne kesekî xemsar bû. Xwe li hemberî hemû pirsgirêkan berpirsiyar dît. Li hemberî nirxan pir rêzdar bû. Li hemberî hevalan rêzdar bû. Di nêzîkatiyên xwe de mutewazî bû. Tim di nava hewldanên kûrkirina rêhevaltiyê de bû. Bi pîvan, exlaqî û bi sekneke bi rêgez tev digeriya. Ciwan û milîtanekî wisa bû.

Rêheval Ronî Baz Gever pêşengekî serdemê bû lê belê ji bo pêşerojê jî peyameke mezin dida. Yanî ji bo pêşerojê li ser xeta Rêber Apo pêş bikeve, bibe pêşengekî ku bikaribe baran bigire ser milên xwe, rol bilîze û bibe kesekî wisa. Êdî ev xet li pêşiya xwe vekiribûn. Jixwe ji ber ku gihîştibû wê astê dijmin ew hedef girt. Ji ber ku dijmin bi awayekî taybet şehadeta heval Ronî kir hedef. Wisa di 10’ê Tîrmeha 2023’yan de gihîşt şehadetê. Di wê demê de jî li ser erkekî Partiyê yê girîng bû. Demekê bi perwerdeya kadroyan re mijûl bûbû. Di perwerdeya Komîteya PKK’ê de cihê xwe girt. Û demekê jî weke rêveber û koordîne erk girt. Ji ber ku êdî gihîştibû wê astê. Weke min anî ziman her çi qas bi awayekî fermî ne endam jî bû lê belê bi kiryarî weke endamekî Komîteya Navendî rol dilîst û heqê wê jî dida. Dikarî van rolan pêk bîne. Ev yek jî diyar dikin ku pêşerojeke zelal li pêşiyê bû û dikarî di nava vê şoreşê de roleke mezintir û girîng bilîze. Yanî ciwanekî wisa bû ku mirov dikare bibêje ku li ser bingeha welatparêziya malbat û herêma Geverê mezin bûbû û xwendibû. Xwe gihandibû astekê û di kesateya xwe de lêpirsîn û guhertin ava kiribûn. Perwerdeyên Partiyê dîtibûn û rastî Partî jî li ser vê yekê sekinîbû. Partiyê wisa ew perwerde kir. Ji ber van yekan ew bûbû ciwanekî wisa ku di kesayeta wî de pêşeroj hebû. Jixwe ji ber wê yekê dijmin ew kir hedefa xwe. Di serî de ji bo ciwanên Geverê û piştre ji bo hemû ciwanên Kurdistanê heval Ronî weke mînakekê ye. Yanî kesek çawa dikare di demeke kurt de pêş bikeve, xwe ava bike û çawa xwe li ser bingeha fikir û ramana Rêber Apo ava bike. Çawa xwe bike milîtanek. Ev yek bi gotinan pêk nayên. Divê mirov li ser xwe bisekine. Niha diyar dibe ku wisa nabe ku kesek bes li ser welatparêziyê tev bigere. Na bes wisa nabe. Divê mirov bi xwe hewl bide. Bi xwe kedê raber bike. Ji ber vê yekê heval Ronî bi navê xwe yê li malê Cûmhûr Korkmaz, ji bo her ciwanekî mînakek mezin e. Ew şopdarekî Elî Çîçekan e. Jixwe di girtîgehê de jî ev yek nîşan da. Li derve jî bi sekna xwe ya bi pîvan, bi prensîb û bi rêgezên tevgerê ev heqîqet nîşan da.

Heval Ronî ji eşîr yanî ji konfederasyona Ertoşiyan e. Ji bo tevahiya ciwanên Ertoşî weke mînakekê ye. Sekn û têkoşîna wî ji bo her kesî weke bangekê ye. Rastî hêviyên gelê Kurd, di vê heqîqetê de ye. Yanî heqîqeta ku van hevalan bi jiyan, sekin, fedekarî, cesaret û dilsoziya xwe îspat kirine. Ev yek hêviyeke mezin e. Ez di wê baweriyê de me di serî de hemû ciwanên Gever, Colemêrgê û tevahiya ciwanên Kurdistanê dema ku mînaka heval Ronî di kesayeta xwe de raber kiriye, esas bigirin wê di nava demeke kurt de bikarin di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de roleke girîng û dîrokî bilîzin û wê doza azadiya gelê Kurd bigihînin serkeftinê. Bêguman ev sekna ciwanan a bi vî rengî ya jîr, xurt, jêhatî, zana, durist, paqij û nêzîkatiya bibiryar û wêrek hêviyeke mezin e. Ji bo hemû ciwanan mînakek pir mezin e. Em di wê baweriyê de ne ku rêhevalên weke Ronî ji bo ciwanên me, ciwanên Kurdistanê, ciwanên enternasyonal mînak in. Îro Tevgera me li ser xeta enternasyonalîzmê jî gelekî pêş ketiye, ku êdî xeta Apoyî ne tenê Tevgera azadiya gelê Kurd e, êdî Tevgera azadiya gelan e. Li ser bingeha komunalîzm, paradîgmaya demokratîk a ekolojîk û azadiya jinan serdemeke nû pêş dixe. Divê çarçoveyê de pêşveçûnên rêhevalên ciwan ên weke rêheval Ronî ku beriya wê rêheval Çiya jî wisa gihîştibû şehadetê, ew hem bi sekna xwe ya teorîk hem jî bi pratîka xwe ya di nava şer de nîşan daye, hemû caran ji bo me mînak in. Divê em wan wisa weke mînak bigirin û şopdarên wan bin ku ev yek wê me bigihîne serkeftinê. Girêdayî vê yekê em di şexsê rêheval Ronî de ji tevahiya şehîdên ciwan û şehîdên şoreşê re soz didin ku em ê xewn û xeyalên wan bikin heqîqet. Ji bo ku bikin heqîqet em ê heya dawiyê têbikoşin û em ê teqez meşa dîrokî bigihînin serketinê. Mînakên ku wan raber kiriye, pratîkên wan û kesayeta wan rêya me ronî dikin. Ji ber wê jî ew, kesên nemir in û wê her tim di nava şoreşa me de zindî bin. Şehîd namirin, şehîd namirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: Nirxandinên Nêçirvan Barzanî nayên qebûlkirin!

Nivîsa Pêş

Ji Yekîneyên YCWK Geverê di Salvegera Komploya Navneteweyî de Rêzeçalakî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Yekîneyên YCWK Geverê di Salvegera Komploya Navneteweyî de Rêzeçalakî

Ji Yekîneyên YCWK Geverê di Salvegera Komploya Navneteweyî de Rêzeçalakî

Grûpên Folklorî yên Şehîd Şîlan û Şehîd Avesta Banga Beşdarbûnê li Festîvalê Dikin

Grûpên Folklorî yên Şehîd Şîlan û Şehîd Avesta Banga Beşdarbûnê li Festîvalê Dikin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.