KOBANÊ – Lîstokgeha Fûtbol a Şehîd Bawer Agir wê sibeh bi destpêkê 6’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir were vekirin. Lîstokgeh ji sala 2018 ve heya niha ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve tê amade kirin.
Şehîd Bawer Agir yek ji kesên ku ji bo pêşxistina vê projeyê ked da û ji ber wê, dema ku di şerê Girê Spî yê 2019 de şehîd bû, lîstokgeh li ser navê wî hat bi navkirin. Di wê demê de Şehîd Bawer Agir di bajarê Kobanê di nava tevgera ciwanan de xebat dikir.
Di destpêkê 6’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir de (11 heya 13’ê Cotmehê) wê Lîstokgeh ji raya giştî re were vekirin. Di lîstokgehê de cih ji bo 5000 temaşevanan heye. Ev lîstokgeh, ku lîstokgeha yekemînê bi vê mezinahî ku ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ve tê avakirin, wê bibe navendekî girîng ji bo aktîvîteyên werzîşê li herêma Firatê.



