DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê civîna xwe ya 6 mehan lidarxist, bi amadebûna dehan endaman.
Civîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîan destpêkir. Piştî wê perspektîfên Rêber Apo derbarê rêxistina ciwanan hatin xwendin.
Rewşa siyasî û rewşa rêxistinî hatin nirxandin. Her wiha, rexne û pêşniyar hatin kirin.
Civîn bi xwendina encamnameyekî bi vê rengî bi dawî bû:
1. Ji nû ve amadekirina dersan û perwerde
2. Nîqaş bi endamên komînê re ji bo ji nû ve avakirina komînê
3. Navendek ji bo dermankirin û tedawiyê kesên ku hişbir bikar tînin
4. Hêzdayîna ciwanan di rolên siyasî de
5. Belavkirina nirxên exlaqî di nav civakê de
6. Dersên li ser şantajê yên elektronîkî werin dayîn
7. Dersên li cihên giştî werin dayîn
8. Zêdekirina serdanên malbatî
9. Avakirina rêxistinekî elektronîkî di warê ragihandinê de
10. Belavkirina fikra welatparêzî
11. Li cihên giştî pêşbirkên komî were kirin
12. Lidarxistina semîneran li ser Îslama demokratîk
13. Vekirina qursên vekirî di nav navendan de
14. Guhertina sîstema qursên girtî
15. Tekezkirina girîngiya perwerdehiya ji bo karmendan
16. Lidarxistina atolyeyên perwerdeyê ji bo pêşxistina jêhatîbûn û nûjeniyê di nav ciwanan de
17. Avakirina komîteyên ciwanan ji bo şopandina çalakiyên li dibistan û zanîngehan
18. Vekirina qursên zimanê Kurdî
19. Avakirina komîteyên tîmên futbolê
20. Hevrêzkirina bi dozgeriyê re ji bo dayîna dersan ji bo kesên ku di girtîgehan de tiryakê bikar tînin, bi hevrêzkirina medyayê
21. Endamên rêveberiya tevgera ciwanan derbasî Akademiya Şehîd Botan Kobanê bibin
22. Her 15 rojan carekê ji bo rêveber û komîteyan perwerde were kirin


